Piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê rêjîma Be's hemû şiyan û hewldanên xwe xistin ger di pêxema rêgirtin li dubare serîhildana şoreşê û sînordarkirina çalakiyên Pêşmerge, ji bo wê çend rê girtin ber wek belavkirina artêşê li Kurdistanê û çekdarkirina wan Kurdên ku kirêgirtiyên wê bûn û gerîn li pey Pêşmerge û gelek helwestên din, ji bo di goran de nanê wê xewna Be's serkirdatiya şoreşê û hêza Pêşmerge di serdema Şoreşa Gulanê zêdetir xwe di rûbirûbûna partîzanî de didît, ku hêzên Pêşmerge li navçeyên cuda bi her sedem û armancekê be xwe ji binke û baregehên leşkerî û ewlehiyên rêjîma Be's nêzîk dikirin û di maweyekî diyarkirî de êrîş dikirin ser û çalakiyên xwe encam didan û paşê cihê xwe dihiştin, bi vê kiryarê jî ji bo maweyekê dezgehên leşkerî û ewlehiyên hikûmetê tûşî şilejan û herasan dibûn.

Zêde caran wisa hebû ji bo amadekarî û birêveçûna çalakiyeke Pêşmerge û weşandina gurzên mezin li binke û baregehên leşkerî, sereta desteyek Pêşmerge bi nehênî dadibûne nav kûrahiya desthilata rêjîma Be's ji bo destnîşankirina cihê encamdana çalakiyê û paşê vedigeriyan û plana êrîşê wan dadirêj û çalakiyek wan encam dida, wek wê ya ku rêxistina Rencberan di gulana 1985 desteyek pênc kesî ya Pêşmerge bi serperiştiya Îsmaîl Sêvo pêk anî û çûn ji bo navçeya Mçulya li Serê Sinatê ji bo destnîşankirina cihekî guncaw ku çalakiyeke Pêşmergeyî lê encam bidin, çimkî di serdema Şoreşa Gulanê de hêza Pêşmerge di çarçoveya rêxistina partî de hatibû rêkxistin wek leq û navçe û rêxistin. Piştî derbaskirina şev û rojekê desteya Pêşmerge vegeriyan û Serê Sinatê wan diyar kir ku baregeha seriya leşkerî ya Artêşa Iraqê bû, wek hengava yekem di plana encamdana çalakiyê de bû.

Piştî wergirtina zanyariyan destbêcê rêxistina navborî bi fermandeyiya Mihemed Murad ligel Pêşmergeyan kom bibû, plana encamdana çalakiyê pê ragihandin, paşê dest bi amadesaziyê kirin û ber bi cihê mebestê ve bi rê ketin, di maweya 12 demjimêr rêgirtin bi nehênî û bê wê ku ti dezgehekî leşkerî û hewalgirî ya rêjîma Be's pê bizanibe xwe gihandin Serê Sinatê nêzîk baregeha seriya leşkerî ya Artêşa Iraqê, ku tarîkahiya şevê balê kişandibû ser erdê dema wê dest pê kir ku Pêşmerge ewê ku nexşe ji bo kişandibû cîbicî bike, ew jî plana duyem a çalakiyê bû, terxankirina çend Pêşmergeyên şarezayên di hilgirtina mînan de ku derdora rebayê pê hatibû tenîn, daku rabin bi hilgirtin û pûçkirina mînan ji bo vekirina rêya Pêşmergeyan ku bê ziyan xwe bigihînin rebaya leşkerî, piştî maweya zêdetir ji demjimêrekê karê xwe bi serkeftî encam dan û vegeriyan cem fermandeyî û hevalên xwe.

Plana sêyem a çalakiyê dabeşkirina hêza Pêşmerge bû bi ser çend deste yan komên ku her komek ji xalekê ve helmeta xwe bibin ser baregeha leşkerî, desteya yekem pêk dihatin ji heft Pêşmergeyan di bin serperiştiya Mihemed Murad ji aliyê rojhilat ve êrîş bikin, desteya duyem pêk hatibûn ji pênc Pêşmergeyan bi serperiştiya Îsmaîl Sêvo ku ji beşa jor ve êrîş bikin, desteya sêyem jî heft Pêşmerge bûn ligel Ebdulkerîm Ferhan beşa jêr ji bo wan hatibû danîn ku xwe ji rebayê nêzîk bikin û di yek demê de êrîşê dest pê bikin, her desteyeke Pêşmerge yek (RPG) û pênc gulleyên wan pê hatibû dayîn ligel çekên sivik ên xwe ku pê re bûn, demjimêr 11:30 xulek gihîştin cihên xwe ku ji bo wan hatibû diyarkirin.

Sereta êrîşê bi wî awayî dest pê kir ji aliyê Pêşmergeyên baskê rojhilat ve yekem gulleyê (RPG) arasteyî rebayê hat kirin ku beşek ji dîwarê xaniyê wê rûxand, paşê ji herdu baskên jor û jêr hêza Pêşmerge êrîş dest pê kir, ji sê aliyan ve Pêşmergeyan helmeta xwe birin ser rebayê û bi narincok û ew çekên destê xwe şerekî germ ê rûbirû bo maweya nîv demjimêr berdewam bû, Pêşmergeyan karîn di maweyekî kêm de destê xwe deynin ser rebayê û hejmarek serbaz bikujin. Di hember de ziyanên Pêşmerge jî pêk dihatin ji 10 birîndaran. Piştî wê ku karê xwe cîbicî kirin û serkeftin bi dest xistin di çalakiyê de biryara paşekişeyê dan û vegeriyan bo baregeha xwe li Heftaninê, ji bo tîmarkirin û çareseriya birîndaran jî ji aliyê lijneya navçeya Zaxo ve doktor û derman ji bo wan hatibû dabînkirin.

 Di wê çalakiyê de destkeftiyên Pêşmerge pêk dihatin ji girtina topeke 82mm û topeke din a 60mm ligel 20 sindoqên gulleyên herdu coran, yek reşasha (BKC) ligel 5 sindoqên gulleyên heman corî, 7 parçe çekên biçûk ên corê kalaşnîkov ligel hejmarekî zêde ya fîşekan û 4 (RPG) û 15 gulleyan, demançeyeke corê Tariq û barekî zêde yê narincok û kelûpelên leşkerî destê xwe danîn ser û bûn destkeftiyên şoreşê.

Çavkanî:

1-Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.

2-Mihemed Murad, Xebata çiya, bîranîn û serhatiyên Şoreşa Gulanê di navbera salên (1976-1989) de, çapxaneya Kurdistanê – Zaxo, 2007.

3-Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî de Hecî Bêroxî berga duyem, çapa duyem, Tirkiye- 2021.