Di destpêka salên heştêyî yên sedsala borî de çalakiyên Pêşmerge berfireh bûn û piraniya deverên Başûrê Kurdistanê li xwe girtin, û ev çalakî bi şêwazê şerê çeteyî li gund, bajar û bajarokan hatin encamdan, ku bû sedema gelek tevliheviyê di nava refên Artêşa Iraqê de, û ev çalakiyên fedayî bi awayekî serekî derbên giran li zilamên rêjîmê yên ku xelkê diçewisandin û tepeser dikirin dihewand, herwiha Pêşmerge kemîn li ser rêyên hêzên serbazî û ewlehiyê datanîn û êrîşî baregehên wan ên serbazî dikirin, û di encamê de rêjîma Beis rastî ziyanên mezin ên kuştî û birîndaran hat û bi hezaran serbaz û xwediyên pile û payeyên bilind ên serbazî û kadroyên ewlehiyê dîl hatin girtin, ji bilî destgirtina bi ser hejmareke mezin a çek û zexîreyan de, û yek ji wan çalakiyan destgirtina bi ser rêbiyên Dwazde Mılanî yên nêzîkî bajarê Zaxo bû.

Hêzeke Pêşmerge ya ser bi rêxistina Rêncberan bi fermandariya Mihemed Murad û rêxistina Şehîd Hemîd bi fermandariya Cebar Mihemed xwe ji bo çalakiyeke şerê çeteyî li devera Badînanê amade kirin, di destpêkê de li gundê Birka civînek kirin ji bo berdewamkirina têkoşînê, ku biryar dan operasyonekê encam bidin da ku derbeyeke kujer li hêzên rêjîma Beis bidin, û piştî ku di civînê de planeke xurt danîn, ber bi gundê Cem Sermo ve çûn. Piştî ku tarî bû, ber bi Zaxo ve li ser berava çemê Xabûrê çûn. Dema nêzîkî bajêr bûn, hêzên serbazî û ewlehiyê yên ser bi hikûmeta Iraqê ve kemînek li ser berava rojhilatî ya çemê Xabûrê danîbûn, parêzvanên hêzê hebûna kemînê fêm kirin û zû bi rêya xwe vegeriyan û xwe ji kemînê rizgar kirin.

Piştî ku hemû hêz kom bûn, sond xwarin ku teslîm nebin û careke din hewl bidin û heta armanca xwe pêk neynin venegerin cihên xwe, û hêzên Pêşmerge di heman cihî de biryar dan êrîşî baregeheke Artêşa Iraqê bikin ku jê re dibêjin Rêbiya Dwazde Mılanî ya ku li ser çemê Xabûrê nêzîkî Zaxo dinêre, û di saet 9:30 ê êvarê de hêzên Pêşmerge gihîştin devereke nêzîkî rêbiyê û bi fuzeyên Arpîcî û bombeyên destan û çekên din agir berdan ser wan, paşê êrîşî rêbiyê kirin û di demek kurt de kontrol kirin û ziyanên giran gihandin serbazan. Li ser vê yekê dest bi ser hejmarek çek û zexîreyên ku di destê serbazan de bûn de girtin, ji wan şeş tivingên Kalaşnîkov, pênc sindoqên zexîreya Rûsî ya heman cureyê çekan, yek Arpîcî û heşt avêjên topan, çekek ji cureyê Krînov bi 1000 fîşekên curbicur, sindoqek bombeyên destan, û destgirtina bi ser gelek amûrên serbazî de, lê dema Pêşmerge êrîşî rêbiyê kir, hêzeke mezin a serbazî ji Zaxo ber bi qada şer ve baz da ji bo rizgarkirina hêzên rêjîmê, lê hêzên Pêşmerge zû destkeftiyên xwe kom kirin û biryar dan vekişin û deverê biterikînin.

Hêzên Pêşmerge serê sibê ya heman şevê gihîştin gundê Birka, û derbarê encamdana operasyonê de telgrafek ji bo Komîsyona herêmî ya Zaxo ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê şandin, ji aliyê xwe ve wan spasiya berpirsiyar û Pêşmergeyên her du rêxistinan kirin li ser wê mêrxasiya ku di vê çalakiya qehremanî de nîşan dabûn, û roja din hikûmeta Iraqê wekî adetên xwe li deverên din bombebarana deverê kir û çend balafirên şer şandin ser deverê û bi tundî bombebaran kirin, lê bi bextê xelkê bombebaranê ti ziyan negihand, û hêjayî gotinê ye ku ev çalakiya Pêşmerge, bû sedema bertekên mezin ji ber ku nêzîkî Zaxo bû, û ziyan jî gihand hêzên rêjîma Beis, û ev yek bû sedema kêfxweşiya xelkê.

Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd, bergî çwarem, 1975- 1990 Şoreşa Gulanê, beşî duwem, çapî yekem, (çapxaney Roksana- 2021).

2- Mihemed Murad, Xebata çiya, bîrhatin û serhatîyên şoreşa Gulanê dinavbera salên (176-1989)da, (çapxana Kurdistanê - Zaxo- 2007).

3- Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek le xizmetî rîbazî Barzanîda Heçî Bêroxî bergî duwem, çapî duwem, (Tirkîya- 2021).

4- Şîmal Zêbarî, hindek rastîyên veşartî di şoreşa Gulanêda, çapî yekem, (çapxaney Rojhelat- Hewlêr - 2015).