Hikûmeta Îraqê ji bo sepandina desthilatê li ser hemû bajar, bajarok û gundên Kurdistanê bi berdewamî di operasyonên leşkerî de bû, bi taybetî ew deverên ku dengê hebûna Hêzên Pêşmerge lê hebû, ji ber ku rejîma Beis nêzîkî çend salan bû yek ji mezintirîn şoreşên kurdî bi planeke navneteweyî di 6ê adara 1975an de têk biribû, di xeyala wê de bû ku careke din nehêle şoreş li Kurdistanê serî hilde, ew hêz û destên Pêşmerge ku li her quncikekê deverên cuda serî hildidan, hikûmeta Beis hêz pêk dianî û operasyon rêk dixistin û êrîşên leşkerî dikirin ser wan bi mebesta jinavbirina wan.
Yek ji wan êrîşên leşkerî yên ku artêşa Îraqê ji bo tepeserkirina dengê şoreşê bi piştgiriya çekdarên kirêgirtî (caş) pêk anî, êrîşkirina ser devera Mangêşê li bakurê bajarê Duhokê bû, ku êrîşeke berbelav û fireh bû ji bo ser sînorê lijneya navçeya Duhokê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê di tebaxa 1984an de, daku dawî bi wê hêza Pêşmerge bîne û wan ji deverê dûr bixe, lê Hêzên Pêşmerge ji bo bersivdana êrîşê gelek bi tundî rûbirûyî wan bûn û rê li pêşveçûnên hêza berbelav a hikûmetê girtin, piştî şerekî germ Hêzên Pêşmerge karîn ziyaneke mezin a canî bigihînin artêş û çekdarên kirêgirtî ku ji kuştin û birîndarbûna hejmareke zêde ya çekdaran pêk dihat û hejmarek jî ji wan dîl hatin girtin, di wî şerê ku di navbera her du gundên Gelanaskê û Elendkê de qewimî, hejmarek kuştiyên çekdarên kirêgirtî jê ketin, Ebdullah Zêbarî birayê Letîf Zêbarî yek ji wan kuştiyan bû.
Diyar e ew cure êrîşên leşkerî yên hikûmeta Îraqê li ser wan deverên ku çalakiyên şoreşê lê hebûn, encama dengvedana rabûn û berdewamkirina xebat û şoreşê bi xwe re dianî, ji aliyekî din ve jî hikûmetê nekarîbû wê armancê bi dest bixe ku bi dehan salan bû bi dirêjahiya rejîmên li pey hev heta hatina Beis bo ser desthilatê di nav de şer dikirin, tevî vê yekê jî hemû ew şer û leşkerkişandin ziyaneke mezin a canî û madî ji bo hikûmeta Beis bi xwe re dianî.
Çavkanî:-
Mesûd Barzanî: Barzanî û bizava rizgarîxwaza kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
-
Weli Zubêr Hostanî: Çend dastan û bûyer û serpêhatî di şoreş û raperînên Barzan de, çapa yekem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr- 2017.


