Hikûmeta Beis her tim Kurd ji beşdariya rastîn di rêveberiya welat de qedexe dikirin, heta ku ew bi temamî li ser bingeha wekhevî û qanûnê ji welatîbûnê bêpar hiştin, lewma pêkanîna vê siyaseta li dijî Kurdan zemînek ji bo nerazîbûnê di dilê gelê Kurdistanê de çêkir bi awayekî ku hestê neteweyî hejand ji bo rûbirûbûna saziyên serbazî, ewlehî û çekdarî, ji ber ku zordariya wan saziyan gel teşwîq kir heta radeyekê dengên xwe yên nerazî bilind bikin û xwepêşandanên girseyî organîze bikin û bi tundtirîn rêyan rûbirûyê dezgehên ewlehiya hikûmetê bibin. Ji aliyekî din ve tevgera neteweyî ya serkirdatiya şoreşê, di nirxandina xwe ya rewşê de gihîşt wê encamê ku hikûmeta Beis qet zimanê diyalog û çareseriyên aştiyane fêm nekir, heta ku ne amade bû guhdarî bike, lewma serkirdatiya şoreşê gihîşt wê encamê ku divê xwe ji bo vî cureyê têkoşînê amade bike ku serkirdeyên Beis fêm dikin û ew jî di têkoşîna şerê gerîlayên çekdarî de ye.

Di warê têkoşîn û xebata xwe de û di dema rûbirûbûna saziyên Beis de, serkirdatiya şoreşê her tim hewl dida qada herêmên azadkirî berfirehtir bike û çalakî yên Pêşmerge di kûrahiya desthilata hikûmetê de xurt bike, lewma biryar da hêzeke Pêşmerge bişîne çend cihên stratejîk da ku bikaribe derbeyeke xurt li baregeh û kampa artêş û çekdarên kirêgirtî bide.    

Ew yek nîşan da ku Hêzên Pêşmerge dikarin di her dem û cihî de derbeyên giran li dijmin bidin, di 10ê Kanûna 1982an de, Pêşmerge bi kûrahiya 70 kîlometreyan li Siyanê ya Gare êrîşî cih û baregehên hêzên Mêgewir û çekdarên kirêgirtî (Cehş) kirin. Piştî şerekî dijwar ku sê roj û şevan dom kir, ziyanên giran gihandin hêzên hikûmetê, û vê şerê li ser asta herêmê dengvedanek mezin çêkir.




 

Çavkanî:
  1. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweyî rizgarîxwazî Kurd, bergî çwarem, 1975-1990 Şoreşa Gulan, beşî dûwem, çapî yekem, çapxaneyî Roksana, 2021.

  2. Cemal Fethullah Teyb, bizûtneweyî rizgarîxwazî Kurd le başûrî Kurdistan 1976-1980, çapî yekem, çapxaneyî Şehab, Hewlêr-2012.

  3. Nûrî Heme Elî, mêjûyî têkoşanî Pêşmergeyek le nêwan jiyan û mergda, çapxaneyî Şehab, çapî dûwem, Hewlêr – 2016.