Serkirdatiya Şoreşa Eylûlê bîr li wê yekê kir piştî lêdana damezraweyên petrolê yên Babagurgur di 1ê adara 1969 de, cihê stratejîk ê din ê Artêşa Iraqê bike armanc bo encamdana çalakiyeke din a partîzanî ya Pêşmerge. Bo wê mebestê serbazgeha Dûkan ku baregeha lîwa bû hat destnîşankirin û ket ber sêra tifengên hêzên Pêşmerge. Piştî du mehan ji meşqkirina hêza taybet bi çekên taybet, serkirdatiya şoreşê encamdana karî bi her du fermandeyên Pêşmerge Ezîz Akreyî û Reşîd Sindî spart. Bo cîbicîkirina êrîşê şeva 19 li ser 20ê eylûla 1969 hat diyarkirin. Sereta wekî çawa plana wê hatibû danîn, peyamar di dem û cihê xwe de birêve çû û serkeftineke mezin bi dest xist. Pêşmerge karî dest bi ser tevahiya serbazgehê de bigire û ziyana mezin bigihîne Artêşa Iraqê ku termê dehan serbazan di şerî de belav bûbûn û dehan din jî dîl hatin girtin.
Di vê êrîşê de çekên giran wekî topa 120 mîlî û RPG ji aliyê Pêşmerge ve hatin bikaranîn. Herçend serbazgeheke cîgîr bû ku çendîn sal bû di wî cihî de xwe qayîm kiribû bi dîwar û telbend û mînrijkirina derdora xwe, lê Pêşmerge karîn bi maweyekê kêm dest bi ser de bigirin û maweyekê jî tê de bimînin. Herwiha ji bilî ziyana mezin a artêşê, ziyana mezin jî gihîşt wan hêzên serbazî ku parêzgarî li sînorê ava deryaçeyê dikirin, belêmên wan hatin têkşikandin û ketin nav avê, hejmareke mezin ji serbazan di ava Dûkanê de xeniqîn û bi dehan termên wan tê de man.
Lê hinde neçû serkeftina Pêşmerge di vê dastanê de kêm bihayê wê hat dîtin û bi aqarekî din de hat birin, wate bi şikestê bidawî hat, ew jî di encama şaşî û kêmterxemiya hinek ji berpirsên Pêşmerge. Şaşî jî di wê de bû piştî destgirtin bi ser serbazgehê de, rêya di navbera Dûkan û Silêmaniyê de bi vekirî hiştin, çimkî Doktor Xalid berpirsê wê hêzê bû ku karê birîna rêya Xelekanê jê re hatibû spartin, lê bi erka xwe ranebû û ferman cîbicî nekir. Di aliyekî din de jî tevahiya Pêşmergeyan di serbazgehê de kom bûbûn, her ewqasê wan dît di nava kêliyekê de hêza piştgirî û bihanavehatina Artêşa Iraqê serbazgeh dan ber agirê top û tank û reşeşan. Di encama topbaran û êrîşa Artêşa Iraqê de Pêşmerge neçarî paşekişeyê bûn û hejmarek şehîd û birîndar jê ketin û termên wan di meydana şerî de li pey man, artêşê jî dest bi ser serbazgehê de girt.
Diyar e bandor û ziyanên Pêşmerge bo ser Artêşa Iraqê di vî şerî û şerên din ên wekî Qeredax û Germiyan û lêdana damezraweyên petrolê yên Babagurgur û şerê Bêstanê û Dola Alanê û Pîremegrûn û Çiyayê Sûrdaş û çendîn şerên din, ku Artêşa Iraqê bi hevkariya piştgiriya hêzên baskê Mekteba Siyasî ya kevin encam dan, sereta karîn çend cihan bigirin û tê de bimînin, lê hêza Pêşmerge bi plana tûkme rûbirûyê wan bû û ziyana mezin gihand wan. Evê wisa kir ku beşek ji serkirdeyên destroiştiyên Be'is bigihên wê baweriyê ku kêşeya Kurd bi şer û kuştar çareser nabe, belkî dikarin tenê bi rêya gotûbêj û aştiyê xwe jê rizgar bikin, bi wê hoyê rêkeftina 11ê adara 1970ê jê ket.
Çavkanî:1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd, berga sêyem, beşa duyem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, ç: yekem, Hewlêr, 2004.
2- Arî Kerîm, Çend lapereyên zindî di Şoreşa Eylûlê da, çapxaneya Xebat, Duhok 1999.
3- Senger Îbrahîm Xoşnaw, Rûdawên serbazî yên Şoreşa Eylûlê 1970-1975, çapa yekem, Hewlêr, 2022.
4- Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Eylûlê, binyatnan û heltekandin, 1961-1975, çapa çarem, 2021.





