Rejîma Beis bi serokayetî Sedam Huseyn, bi sud wergirtin li wê ayetê, ew nave bo hîrşa serbazî û kawilkirina Kurdistan û xelkî sivîlî Kurd bi kar hîna, sala 1988an hêzên serbazî û caşên serdemî rejîma Beis ku pêk hatibûn ji: feyleqa yekem ku baregeha wê li bajarê Kerkûkê bû, feyleqa pêncem baregeha wê li Hewlêrê bû, hêza asmanî, hêza taybet, megawîr, rêveberayetîyên emn û hewalgerî û yekên taybetên bi çekên kîmyawî û bayolojî û hewalgerîya serbazî û sercem damezraweyên dîke beşdarîyan kir, bi fermandeyî Elî Hesen Mecîdê amozayê Sedam Huseyn ew helmeta serbazî dijî xelkî Kurdistan encam da.
Herçende şalawa Enfalî gelî Kurd dîroka wê vedigere bo nawerasta heftayên sedeyê rabirdû, rejîma wê demê Îraq nêzîkî 40 hezar feylî li Îraq derxist ku çendîn nifş li nêzîk Bexda û Xaneqîn jiyabûn û wayan nîşan da ewane îranîn. Di sala 1971ê heta 1980yî zêdetir ji 200 hezar Kurdên feylî ji alîyê hikumetî Îraqê ve ji zêdî xwe dûr xistin. Di sala 1980yî de rejîma Beis birek pare wek padaşit pêşkêşî ew hawlatîyan dikir ku ji feylîyan cuda dibûn yan xwe ji wan bêberî dikirin.
Herwesa di 31ê tîrmehî 1983an de rejîma Beis bi hêzekî zêde ve her yek ji komelgayên Quştepe û Behrke û Herîr û Dîanaye gemaro da û di şalaweke bêwîjdanane de heşt hezar hawlatîyên sivîlî Barzanî ber bi bîyabanên Îraqê ra pêç kirin, bi direndane tirîn şêwe û dûr ji hemû bihayekî ayînî û urfêkî mirovayetî li Nûgre Selmanî bajarê Semawê zindebexal kirin. Enfalî barzaniyan yek bû ji ew tawanên ku di dîrokî mirovayetî de kemwêne ne û bi yek ji tawanên gewre tê hejmar kirin.
Ew tawanên komelkujî heta salên (1986-1988) bê navnan berdewam bûn. Dûre rejîma Beis bi fermî peyva Enfalê wek navek bo proseya komelkujkirina Kurd li Îraq dîyarî kir. Êdî ew nave bo hîrşa serbazî bo kawilkirina Kurdistan û jinavbirina xelkê wê bi kar hat û di wê rûyê de Elî Hesen Mecîd mal û samanî netewey Kurdî bo supa û caş û xwefiroşên Kurd helal kiribû û fermana talankirin û dest beserdagirtina mal û samanî hawlatîyên Kurdî bo supa derxist. Di wê şalawe de nêzîkî 182,000 hezar xelkî sivîlî Kurd bûn qurbanî û bêseroswên û zindebegor kirin.
Qonaxên Enfalî KurdHerçende wek me amaje pê da, seretay şalawa Enfalê vedigere bo sala 1970yî, ku bi derxistin û destgîrkirina Kurdên feylî dest pê kir, belê bi şêweyekî fermî di sala 1988an de piştî kotayhatina şerê heşt saleyî di navbera Îraq û Îranê (1980-1988) bi heşt qonaxan dijî xelkî sivîlî Kurd birêve bir:
Qonaxa yekemQonaxa yekem ku nasrawe bi (Enfalî Dolî Jafayetî), di 23ê sibatî 1988an de bi serkirdayetî Sultan Haşim wazîrê bergîrî û bi beşdarî lîwaya 60ê hêza serbazî bo ser gundên Sergelû û Bergelûyê Dolî Jafayetî û Dokan, Bingird, Çwarta, Qelaçolan, Serçinar, Sûrdaş, Zêyê biçûk, Ezmer, Susê, Mawet dest pê kir, di wê helmeta de rejîma Beis çendîn cure çekên qursî dijî xelkî ew nawçane bi kar hîna. Di encamî ew helmeta rejîmê de çendîn gund û nawçe wêran û xapûr kirin, di 18ê adarî 1988an de kotayî hat.
Qonaxa duyemQonaxa duyem ku nasrawe bi (Enfalî Qeredax), di 22ê adarî 1988an de nawçeyên çîyayê Glezerd, Bazîyan, Qeredax, Derbendîxan, Zerayen, Erebet û gundên Tekye, Sêwsînan, Segirme, Derbendbasere, Qopî Qeredaxî girtewe. Rejîma Beis bi çekên kîmyawî ew helmeta dest pê kir, di wê helmeta de zêdetir ji 8 hezar xelkî sivîlî nawçeyê ragwêzran. Paşan genc û mêran ji jin û pîran cuda kirin û rewane yê zindanî Nûgre Selmanî bajarê Semawê kirin. Ew qonaxe di 1ê nîsanî 1988an de kotayî hat.
Qonaxa sêyemQonaxa sêyem, di heman demê de Enfalî Germîyanîşî pê digot, di 7 heta 20ê nîsanî 1988an de sê nawçeyên Germîyanê girtewe, ew qonaxe berfirehtirîn hîrş û pelamar bû bo ser nawçeyê, nawçeyên Dûzxurmatû, Qadirkerem, Kelar, Kifrî, Çemçemal, Têleko, Pêbaz, Sengaw, Derbendîxan, Qerehencîr, Tekye û beşekî nawçeyê Axcelerê girtewe, ew qonaxeyê Enfalê di hemû qonaxên dîke karesatbar tir û bi zîyan tir bû di hemû rûyekî ve, çunke nêzîkî 80 hezar xelkî sivîlî Kurd tê de Enfal kirin.
Qonaxa çaremEnfalî qonaxa çarem, yan Enfalî Hewzî Zêyê biçûk, di 3ê gulanî 1988an de dest pê kir û piştî tewawkirdina tawanên Enfalî sêyem ku zortirîn qurbanî lê ketewe. Ew helmeta hewzî Zêyê biçûk girtewe, hîlî sînorî herdû parêzgeha Kerkûk û Hewlêrê pêk dihênît, herwesa başûrî rêgayê di navbera Koye û Deryaçeyê Dokan û nawçeyên Şwan, Şêx Bizînî, Deştî Koye, Goptepe, Esker, Dêgele û Altun Kupriyîş girtewe.
Qonaxa çaremînî Enfalê bi kîmyabaran kirdina gundî Goptepe dest pê kir, sereta firokeyên cengî bombên kîmyawî bi ser xelkî nawçeyê barandin, qurbanîyên ew gundê nêzîkî 300 kes dibûn, gundî Eskerîş bi 8 bombên kîmyawî bombaran kir, hewkat avî bendaweyê Dokanê ber da ta ku xelk nekarin bi perinewe û rizgarîyan bibe. Ew qonaxe di 8ê gulanî heman salê de kotayî hat.
Qonaxa pêncemQonaxa Enfalî pênc û şeş û heft di 15ê gulanî 1988an de dest pê kir, ew qonaxe dolî çîyayên Şeqlawe û Rewandizê girtewe, çend firokeyek bi gazên kîmyawî gundên Nazenîn, Kamusek, Spîndare, Elîawa, Smaqulîyan bombaran kir û bi hoyê ve hejmarekî zoryê danîştwanên ew gundanê şehîd bûn. Di 7ê hezîranê de şalawa Enfalî pênc kotayî hat.
Qonaxa şeş û heftDi 26ê tîrmehî 1988an de dest pê kir, ew qonaxe nawçeyên Dolî Balîsan û Dolî Melekan û Dolî Wertê û Hîran û Smaqulî girtewe, rejîma Beis bi çekên kîmyawî nawçeyê bombaran kir, di mîyaneyê şalawên pênc û şeş û heft 52 gund li nahyeyê Xelîfan û Rewandiz û Xoşnawetî wêran kirin. Ew dû qonaxe di 26ê tebaxî 1988an de kotayî hat.
Qonaxa heştem û kotayîQonaxa heştem an jî Enfalên Badînan, di 25ê tebaxa 1988an de piştî rawestana şerê Îraq û Îranê li devera Badînan dest pê kir. Ew şalaw bi êrîşa kîmyayî ya li ser navçeya Zirêşkan a li ser sînorê Îraq û Tirkiyeyê dest pê kir û navçeyên Dihok, Zaxo, Amêdî, Kanî Masê, Zêwe, Etruş, Zawîte, Şêxan û Akrê girtin ber xwe. Di vê qonaxa Enfalê de herî zêde bombeyên kîmyayî hatin bikaranîn, lê hejmara qurbaniyan li gorî wê bordûmana dijwar kêm bû, ew jî ji ber ku hêza Pêşmerge li navçeyê berê xelk agahdar kiribûn û şîretên xwe-parastinê dabûn wan. Tenê zirar û ziyaneke mezin gihîşt mal û heywanên xelkê, pez û heywan qir bûn û zeviyên cotkaran jî ji ber bandora kîmyayî ketin. Ew qonax heta 6ê îlona 1988an berdewam kir.
Çavkanî:1-Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





