Jînenîgarî

Şehîd Îsmaîl Meẍdîd di rêkewta 1ê adara 1970yî de li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, derçûyê qonaxa navendî bûye, mijûlî kesabetiya nav bazara Hewlêrê bûye, Îsmaîl Meẍdîd xêzandar bûye û navê hevjîna wî Hebîbe Mihemed e û xwediyê yek keçê bûye bi navê Aşna.

Xebatname

Şehîd Îsmaîl Meẍdîd di dema xwendekar bûna xwe di qonaxên navendî de peywendî kiriye bi Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û di wê rêxistinê de bûye kadro, piştî temamkirina xwendinê bûye kadroyê şaneya nihênî ya lqa duyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û erkê nivîsandina dirûşmên şoreşê wergirtiye.

Di sala 1991ê de bûye Pêşmergeyê navçeya yekê ya Pîrmamê ya lqa duyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ku di wê demê de Seyîd Muhsîn berpirsiyarê lijneya navçeyê bûye, di sala 1991ê de di raperînê de beşdarî di azadkirina qezaya Pîrmamê û parêzgeha Hewlêrê de kiriye.

Di rêkewta 31ê nîsana 1991ê de Îsmaîl Meẍdîd û desteyek hevsengerên xwe li çarriyana Zeîm li nav bajarê Hewlêrê, ketine bosiya serbazên rejîma Beis û Îsmaîl Meẍdîd Şehîd bûye, hewkat ligel Şehîd Îsmaîl Meẍdîd komek hevsengerên wî bi navên Nesredîn, Selîm, Celal û kurên Mehmûd Sê Tîr Şehîd bûne di wê bosiyê de. 

Çavkanî:

Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.