Şehîd Yûnis Ebdullezîz di sala 1956 li gundê Qurşaẍloyê ser bi nahyeya Quştepeyê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê ajeldarî bûye, asta xwendewariya wî seretayî bûye, Yûnis Ebdullezîz xêzandar bûye û hevjîna wî navê wê Behiye Sabir bûye û xwediyê çar kur û sê keçan bûye.
Sala 1984 peywendî kiriye bi şaneya nihênî ya rêkxistina Şehîd Xidir Siware ku ser bi rêkxistina Qereçoxê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, di sala 1985 û di Şoreşa Gulanê bûye pêşmerge li rêkxistina Qereçoxê ya ser bi lijneya navçeya Mexmûrê ya lqa duyan a Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Beşdarî şerê Quştepe, şerê Mexmûrê, mefrezeya partîzanî kiriye.
Di 26ê tebaxa 1986 li devera Zorgezrawê ser bi parêzgeha Hewlêrê, Yûnis Ebdullezîz û desteyek hevsengerên xwe ketine ber êrîşa bordûmana firokeyên rêjîma Beis û Yûnis Ebdullezîz şehîd bûye û hewkat li gel wî çend hevsengerên wî bi navên Emîr Ebdulwehab, Ebdulêmîr Baqirteyî, Ebdulwehab Baqirteyî şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




