Şehîd Yasîn Hemedemîn Hesen Ewla, sala 1957 li Hermkî ser bi devera Bêtwate ji dayik bûye, nişteciyê taxê Sêtaqan a bajarê Hewlêrê bûye, heta qonaxa pola pêncê ya amadeyî xwendiye.
XebatnameŞehîd Yasîn Hemedemîn Hesen Ewla, sala 1973 peywendî bi rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê dike, di qonaxên xwendina amadeyî de mijûlî karê rêkxistina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê li xwendingeha xwe li bajarê Hewlêrê bûye, bi hevkariya hevpolekî bi navê Yûsif ku nasrav bi Hakem Yûsif herwiha şeş mamostayên xwendingeha wan ku peywendiya wan li gel rêkxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê hebûye.
Sala 1974 hêzeke emnî ya rejîma Beis li Hewlêrê dorhêla xwendingeha wan digirin û her şeş mamostayan destgîr dikin, her di dema destgîrkirina mamostayan de nûçe bi Yasîn û Yûsif digihe ku ew jî di lîsteya daxwazkiriyan de bûne, lewma her zû bajar cê dihêlin û peywendî bi Hêzên Pêşmerge dikin, her şeş mamostayan li emniya Hewlêrê di sêdare tên dan.
Şehîd Yasîn xwe digihîne Hacî Umran, peywendî bi Hêzên Deşta Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û bûye Pêşmerge, her di heman salê de bi biryara Faris Bawe, Yasîn û du hevsengerên xwe bo encamdana çalakiyên nihênî vedigerin bajarê Hewlêrê, piştî bi encam gihandina çalakiyên xwe xwestine biçin bo taxê Sêtaqan bo birina hinek pêdiviyan li malên xwe û gihandina peyameke Faris Bawe bi kesekî nêzîkê Faris Bawe, lê gava nêzîkê taxê dibin dikevin kemîna serbazên rejîmê û piştî rûbirûbûnê du ji hevsengerên Şehîd Yasîn ji aliyê serbazên rejîmê Şehîd bûne û Yasîn xwe ji kemînê derbas dike û vedigere çiya.
Piştî vegeriyana xwe ji çalakiyê tê veguhastin bo beşa topxaneyê û li cem Mehemed Şewqî dirêjê bi xebata Pêşmergatiya xwe dide û hatiye kirin bikarhênerê çekê dûrhavêj di corê topê de.
Di sala 1974ê li Gerûyê Umer Axa di rûbirûbûn û berperçdana êrîşeke serbazên rejîma Beis fîşek berketine û Şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva desteya însîklopîdiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




