Şehîd Yasîn Ebdulletîf Mihemedselîm, sala 1942 li gundê Stûnê ser bi nahyeya Şêrwan Mezin qezaya Mêrgesor parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xwedî malbat bûye, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li kampa Zêwe niştecî bûye.

Sala 1961 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li gel Mîto Ehmed Stûnî di hêza Elî Xelîl de bûye Pêşmerge. Beşdarî şerên Gorêz û Sertîz û Deşta Herîr û Spîlikê bûye. Sala 1976 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û di Hêza Xebat de bi fermandariya Melhem Dirî bûye Pêşmerge heta sala 1991 berdewam bûye, heman sal di Hêza Şehîdan de berdewam bûye li ser pêşmergatiyê. Sala 1992 pileya dibîte amir seriye di Hêza Şehîdan de û beşdarî şerê devera Herkî dike.

Sala 1994 di Artêşa Barzan de careke din bûye Pêşmerge, sala 1995 di şerê navxweyî li Rewandizê Şehîd bûye û li goristana Lêlokê hatiye veşartin.

Çavkanî:

 Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.