Jînenîgarî

Xurşîd Nebî Xalid sala 1900 li gundê Uremar (Bakurê Kurdistanê) ji dayik bûye, berî çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê du jinên wî hebûne, jina yekem ermenî bû bi navê Helîme Ebdullah xwediyê du kur û du keçan bû bi navên Cebraîl Xurşîd (1924), Mîkaîl Xurşîd (1925), Amîna û Meryem, jina duyem cihû bû bi navê Fatime Ebdullah xwediyê keçekê bûn bi navê Behar Xurşîd (1931), sala 1929 ji ber êrîşa Artêşa Iraqê hatiye Başûrê Kurdistanê li gundê Balinda (Qezaya Mêrgesor- Parêzgeha Hewlêrê) niştecî bûye, di 21ê hezîrana 1932an de careke din bûye penaberê Komara Tirkiyeyê, sala 1943 polîs bûye li baregeha polîsên Sîdekan (Hewlêr), şarezayiya wî di zimanên Kurdî û Rûsî de hebûye. Sala 1949 li Yekîtiya Sovyetê koça dawî kiriye.

Xebatname

 Sala 1945 baregeha polîsên Sîdekan çek kiriye û peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945) kiriye û di şeran de beşdar bûye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha leşkerî ya Îraqê dest danîne ser hemû milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar. Piştî şikestina Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê (Îran), di 31ê adara 1946an de li gel kurê xwe bi navê Cebraîl Xurşîd di hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê xizmeta pêşmergatiyê kiriye û di şerên bereya Seqizê li Komara Dêmokrata Kurdistanê beşdar bûye, malbata wî di 15ê nîsana 1947an de li gel Şêx Ehmed Barzanî li çemê Gaderê ku dikeve sînorê navneteweyî yê Şahnişîna Îranê û Padîşahiya Îraqê derbas bûne û bo dema çend mehan li sêmî Diyana (Hewlêr) destbiser bûne.

Herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û deşta Berazgirê bi xaka Bakurê Kurdistanê de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizooyî ya parêzgeha Hewlêrê.

Piştî vegeriyane, jenerel Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê an çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir hemû hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 22ê gulana 1947an de hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û her di destpêka rê de li gundê Drê ji ber bordûmana firokeyên hêza asmanî ya Padîşahiya Îraqê birîndar bûye û piştî çareseriya seretayî berdewamiya rê kiriye, di şerên rêya Yekîtiya Sovyetê de beşdar bûye, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 18ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewar bûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Adara 1949an li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

 Sala 1949an ji ber bandora birîna xwe li Yekîtiya Sovyetê koça dawî kiriye.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.