Jînenîgarî

Şehîd Xurşîd Hesen di sala 1954an de li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, rûniştvanê Hewlêrê bûye û derçûyê qonaxa navendî bûye, di sala 1974an de bi polîs li parêzgeha Hewlêrê hatiye damezrandin.

Xebatname

Xurşîd Hesen di sala 1976an de bûye Pêşmerge li batalyona Bolî, ku di wê demê de Elî Bolî fermandeyê batalyonê bûye.

Xurşîd Hesen ligel erka pêşmergatiyê bûye kadroyê beşa jimêryariya batalyona Bolî, di sala 1977an de di rûbirûbûnê de ligel serbazên rejîma wê demê ya Îraqê li damênê çiyayê Helgurd şehîd bûne û hevsengerekî bi navê Hesen Axa bi giranî birîndar bûye.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.