Jînenîgarî

Xidir Mehmûd Mistefa Mehmûd Herûrî, sala 1943ê li gundê Herûrê li devera Berwarî Bala hat ser dinyayê, şehîdî li dibistana gundê Herûrê dest bi xwendina xwe ya seretayî kiriye, sala 1958ê çûye navincî ya Amêdiyê daku berdewamiyê bide xwendina xwe paşê çûye amadeyî ya Duhokê û sala 1961ê xwendina amadeyî bi dawî tîne, paşê li dûv biryara (Komara Îraqî) hejmar 574, roja 25ê sibata 1981ê şehîd Xidir hat sêdare dan.

Xebatname

Xidir Mehmûd Mistefa Mehmûd Herûrî, sala 1961ê peywendî bi rêzên Şoreşa Eylûlê dike, çalakiyên wî yên berçav û şiyanên wî di demekê kêm de navûdengên wî li deverê belav kir, sala 1970ê ji ber zîrekî û şarezayiya wî li dibistana gundê Herûrê wekî mamostayê şoreşê hatiye damezrandin, di vî warî de anku di warê fêrkirinê de jî rolekê berçav û karîger hebûye, ji ber zîrekî û Kurdperweriya wî her zû dibe berpirsê rêxistina Pêşketin li devera Zaxo û Duhokê û yê berdewam bû li ser karê xwe di nava cemawerî de.

 Ji ber bizavên wî li devera Zaxo ji aliyê rejîma Beis ve li 12ê hezîrana sala 1980ê li gel heşt hevalên din ên wî hatine girtin, şehîd li gel hevalên xwe li girtîxana Mûsilê man li bin eşkence danê û karên narewayên rejîma Beis ve, roja 25ê sibata 1981ê şehîd Xidir hat sêdare dan.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.