Şehîd Xalid Hemd-Emin Ebûbekir Gerewêyî, sala 1933 li gundê Gerewanê Xwarû, li Dola Akoyan a qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, zewicî bûye û xwediyê çar kur û keçekê bûye.     
Sala 1963 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û di batalyona 4an a Hendrênê de bûye Pêşmerge, pileya serpelî li heman batalyonê wergirtiye. Di 2ê gulana 1966an de di dastana navdar a Hendrênê de beşdar bûye û di girtina lîwaya çaran a Artêşa Iraqê de di wê dastanê de roleke berçav hebûye. Di gelek şer û dastanên din de beşdarî kiriye.
Roja 1ê hezîrana 1975an, li gundê Bersirînê, li sînorê qezaya Rewandizê, ligel du Pêşmergeyên din Şehîd bûne û termê wî li goristana gundê Gerewanê Xwarû hatiye veşartin.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.