Worya Qasim Yehya, sala 1979an li bajarê Kaşan a parêzgeha Esfehan a welatê Îranê ji dayik bûye, sala 1991an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye û di artêşa Barzan de bûye Pêşmerge, di 17ê Çiriya Pêşîn a 1997an de Şehîd bûne.
Şehîd Worya Qasim Yehya, sala 1979an li bajarê Kaşan a parêzgeha Esfehan a welatê Îranê ji dayik bûye, heta qonaxa navendî li welatê Îranê xwendiye. Sala 1991an piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê vegeriyaye Kurdistanê û li bajarokê Herîrê nîştecih bûye.
Sala 1991an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye û di artêşa Barzan de bûye Pêşmerge, di 17ê Çiriya Pêşîn a 1997an de bi sedema topbarana Yekîtiyê bo ser bajarokê Herîrê Şehîd bûne û li goristana Zolfeqar a bajarokê Herîrê bi axê hatiye spartin.
Çavkanî:1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





