Şehîd Wehîd Memo Semed, sala 1954an li gundê Ergoş ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, heta qonaxa navendî xwendiye û xêzandar bûye. Sala 1978an awareyê welatê Îranê bûye li kampa Zêweyê ya Rojhilatê Kurdistanê niştecî bûye.
Sala 1970yî peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û heman sal peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge. Sala 1978an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û li Hêzên Barzan bûye Pêşmerge. Sala 1982an li gundê Kone Lajanê nêzîkî bajarokê Xanê yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye şehîdkirin, li goristana Melabasekê ya kampa Zêweyê hatiye veşartin.
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


