Usman Kerîm nasraw bi (Use Reş Kemalani), sala 1935 li gundê Kemalani yê ser bi nahyeya Erebet a parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, gundnişîn û mijûlî karê cotyarî û ajeldariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, zewicî û xwediyê sê kur û keçekê bûye.
Usman Kerîm, di 15ê tebaxa 1965an de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û di pola Husênê Faris ser bi batalyona 9 a Şehîd Dilşad bi fermandeyiya Şehîd Fetah Axa, ser bi Hêzên Xebat a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge.
Sala 1969 Usman Kerîm û çend hevsengerên xwe çûne bajarê Silêmaniyê ji bo encamdana çalakiyeke partîzanî li taxa Çwarbax, piştî cîbicîkirina erka xwe rastî rûbirûbûneke dijwar hatine li gel hêzeke Artêşa Îraqê û di encamê de Usman Kerîm Şehîd bûne û hevsengerekî wî bi navê Umere Zerd bi giranî birîndar bûye.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





