Siyasetmedar Umer Osman Umer Hemet, nasraw bi Umer Mêrgesorî, sala 1964an peywendî bi rêzên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye, di pêşmergeyatiyê de çend caran birîndar bûye, Pêşmergeyê her du Şoreşa Eylûlê û  Gulan bûye, hilgirê Medalya Barzanî ye.

Jînenîgarî

Umer Osman sala 1948an li Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1977an qonaxa amadeyî li welatê Îranê temam kiriye û sala 1978an wekî mamosta li bajarê Qezwînê li Îranê hatiye damezrandin.

Xebatname

Umer Osman sala 1964an peywendî bi rêzên Hêzên Pêşmerge kiriye û sala 1966an beşdarî di dastana Zozikê de li sînorê parêzgeha Hewlêrê kiriye û sala 1967an bi pileya serpel berpirsiyarê enbara çek û teqemeniyên Şoreşa Eylûlê bûye. Çendîn pileya berpirsiyariyê di nava rêzên Hêzên Pêşmerge de wergirtiye û beşdarî çendîn şer û rûbirûbûnên li dijî artêşa Iraqê kiriye û çend caran birîndar bûye.

Sala 1975an li dû nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û wekî mamosta waneyên bi xwendekarên aware gotine, sala 1979an dubare peywendî bi rêzên Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û beşdarî çendîn şer û pêkdadanan bûye û sala 1988an wekî fermandeyekî beşdarî dastana Xwakurkê li sînorê parêzgeha Hewlêrê li dijî hêza artêşa Iraqê kiriye û birîndar bûye, di Kongreya Dehem 1989an de bi endamê yedeg ê Komîteya Navendî û di Kongreya Yanzdehêm 1993an û Duwazdehêm 1999an de bi endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

Sala 1991ê beşdarî raperîna Başûrê Kurdistanê û azadkirina bajarê Hewlêrê, Quştepe, Pirdê û Kerkûkê kiriye, di 11ê nîsana 1991ê de beşdarî di dastana Korê de li dijî yekeya zirêpoş a artêşa Iraqê kiriye, sala 1993an yekemîn berpirsiyarê Lîjneya lqa deh a Soranê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, di 20ê kanûna yekem a 1999an de li hember Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê sondê xwariye û hatiye kirin wezîrê karûbarên Pêşmerge (kabîneya çarem), di 1ê çiriya paşîn a heman salê hatiye kirin berpirsiyarê Lîjneya lqa neh a Akrê ser bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê, salên (2004-2005) ji bo cara sêyem bûye berpirsiyarê Lîjneya lqa deh a Soranê, di 8ê adara 2005an de berpirsiyarê Mekteba Rêkxistina Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.

 Sala 2007an bi fermandeyê meydanî yê Soranê hatiye destnîşankirin, roja pêncşemê 16ê kanûna yekem a 2010an ji aliyê 1500 nûnerên kongreyê ve bi 547 dengan di rêzbendiya 1ê ya yedegên derçûyan de bi endamê yedeg ê Encûmena Serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê Kongreya Sêzdahêm hatiye hilbijartin, sala 2010an wekî rêzgirtinek li beşdarên Şoreşa Eylûlê، Şoreşa Gulanê û raperîna Başûrê Kurdistanê medalyaya Barzanî yê nemir ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve hatiye bexşîn, sala 2014an li bereya Guwêr-Mexmûr û bereya Rebîeyê beşdarî di şerê li dijî DAIŞê kiriye, şarezayê her du zimanên kurdî û farisî ye.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.