Şehîd Tewfîq Hemed Feryad, di sala 1958'an de li gundê Xoşkelê, navçeya Meznê, qezaya Mergesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bû. Malbatdar bû û heta qonaxa seretayî xwend.

Di sala 1992'an de, piştî serhildana gelî ya Başûrê Kurdistanê, bi Hêzên Pêşmerge yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re têkilî danî û ji aliyê fermandeyê Hisên Ehmed Lal ve bû Pêşmerge.

Di sala 1994'an de ji aliyê çekdarên PKKê ve li şerê Çiyayê Îdlibê hate kuştin û li goristana Xoşkelê hate spartin axê.

Çavkanî:

1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.