Teha Mecîd Ehmed Îsa di sala 1948 li gundê Şêxanî ser bi qezaya Pirmamê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyî welatê Îranê bûye û di sala 1977 de vegeriyaye xaka Kurdistanê, Teha Mecîd xêzandar bûye û navê hevjîna wî Taws Kerîme ye û xwediyê du kur û du keçan e bi navên Muzefer, Esed, Gelawêj û Beyan.
XebatnameŞehîd Teha Mecîd di sala 1969 de bûye Pêşmerge li lîwaya pênc a batalyona du ya hêza Deşta Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ku di wê demê de Qadir Ezîz serleqê pênc bûye û Erîf Osman fermandeyê batalyonê bûye, di sala 1980 de careke din bûye Pêşmerge li cem Qadir Ezîz ji bo berdewamkirina xebata xwe, beşdariya çalak a wî di hemû destanên binarê Sefîn û Dola Balîsanê de hebûye ku rûbirûyê serbaz û caşên rejîma Beis bûne.
Di sala 1983 de hêzên (Y.N.K) êrîşeke berfireh kirin ser sengerên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Dola Balîsanê, di encama vê êrîşa berfireh de Teha Mecîd bi giranî birîndar bûye û tevahiya laşê wî seqet bûye, herwiha piştî têkçûna vê êrîşa berfireh a (Y.N.K) û Beis, serkirdatiya şoreşê ji bo wergirtina çareseriyê ew şandiye welatê Îranê û piştî 22 rojan ji çareserwergirtinê li nexweşxaneya bajarê Tehranê Teha Mecîd bi sedema giraniya birîna xwe Şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





