Silêman Îsmaîl Cehangîr di sala 1927an de li gundê Botiya ya parêzgeha Duhokê ji dayik bûye, tevlî Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye di sala 1959an de, di sala 1961ê de bûye kadroyê partiyê di sînorê Komîsyona herêmî ya Duhokê de di nava Şaxa yekem a partiyê de, erkê berpirsiyariya baskê Pêşmergeyên Komîsyona herêmî ya Duhokê jê re hat dayîn, di sala 1975an de vegeriya gundê xwe û ji aliyê rejîma Îraqê ve bo bajarê Dîwaniye ya başûrê Îraqê hat nefîkirin û dûrxistin, di sala 1977an de vegeriya refên şoreşê û salekê wek kadroyê partiyê di Komîsyona herêmî ya Duhokê de ma, piştre bû berpirsiyarê Komîsyona herêmî ya Amêdiyê. Yek ji kurên wî (Mecîd Silêman) di sala 1983an de Şehîd bû ku berpirsiyarê rêxistina veşartî ya Cûdî bû, û di meha Îlona sala 1987an de kurê wî yê din (Mihemed Salih Silêman) ku berpirsiyarê Komîsyona herêmî ya Amêdiyê bû, di şerê Kanî Masî ya parêzgeha Duhokê de Şehîd bû, û di sala 1988an de di dema kampanyayên Enfalê yên reş û topbarana kîmyayî ya navçeya Badînanê de, kurê wî yê sêyem (Fexrî Silêman) ku yek ji Pêşmergeyên Komîsyona herêmî ya Duhokê bû, ligel komek kes ji aliyê rejîma Îraqê ve hat girtin û piştre Şehîd bû, di heman salê de Silêman Îsmaîl ligel malbata xwe bo komelgeha Ciznîkan a nêzîkî Behirkê ya parêzgeha Hewlêrê hat dûrxistin, di sala 1990î de vegeriya parêzgeha Duhokê, di raperîna gelê Kurdistanê ya sala 1991ê de roleke berbiçav hebû, di dema raperîna gundê Malta ya parêzgeha Duhokê de cara duyem pileya kadroyê Komîsyona herêmî ya Duhokê ya ser bi Şaxa yekem jê re hat dayîn, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve di dema lidarxistina Kongreya Sêzdahêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê di sala 2013an de, nîşana Barzanî yê Nemir jê re hat dayîn.  

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.