Şehîd Seîd Ehmed Hesen, di sala 1948an de li gundê Mawilyan ser bi qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, xwendewar nebûye, jiyana hevserî pêk anî bû.
Sala 1970an peywendî bi hêza Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê dike û dibe Pêşmerge li cem Bêjan Cindo ku wê demê serleq bûye û di hêza Balekê de bûye, di şerên devera Balekayetiyê de beşdarî kiriye, di sala 1974an de li gundê Dergelê bi sedema topbarana rejîma Îraqê Şehîd bûne.
Çavkanî:1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




