Serbest Lezgîn sala 1965an li bajarê Duhokê ji dayik bûye, sala 2008an bawernameya bekaloryosê di qanûnê de ji zanîngeha Duhokê wergirtiye, sala 2017an di kabîneya heştê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de wekî wazîrê Pêşmerge hat tayînkirin. Zimanên (Kurdî, Tirkî û Farsî) dizane.
Rûpelên têkoşînêSerbest Lezgîn sala 1980an tevlî Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû, û sala 1981ê tevlî refên hêzên Pêşmerge bû, sala 1988an di melbenda Dêrelokê ya li dijî Artêşa Iraqê de beşdar bû û tê de birîndar bû, di heman salê de piştî operasyonên Enfalê yên devera Behdînanê reviya Komara Tirkîyê.
Nûnerê kongreyên (Dehem 1989) û (Yanzdehem 1993) û (Dwazdehem 1999) ên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû, û di Kongreya Sêzdahêm a sala 2010an de wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hat hilbijartin, di Kongreya Çarê ya sala 2022an de careke din wekî endamê Komîteya Navendî hat hilbijartin, û di yekem civîna Komîteya Navendî de bû endamê Polîtburoya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, wekî berpirsiyarê ofîsa rêxistinên parêzgeha Hewlêrê ya partiyê hat tayînkirin.
Di raperîna Başûrê Kurdistanê ya sala 1991ê de fermandeyê qada duyem a rizgarkirina Zaxo- Duhokê bû, û sala 1993an fermandeyê hêzên 42 Zaxo di artêşa Kurdistanê ya yekbûyî de bû.
Di dema karê xwe de di refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de hejmarek erk û berpirsiyarî wergirtin, ji wan: berpirsiyarê komîsyona herêmî ya Amêdiyê (1993), berpirsiyarê komîsyona herêmî ya Sêmêlê (1994), fermandeyê hêzên 9 Sêbêlkê di fermandetiya artêşa Kurdistanê (Felek) (1996), berpirsiyarê şaxê yekem Duhok (2007) û hwd.
Sala 2003an di operasyonên rizgarkirina Îraqê de beşdar bû, ji wan rizgarkirina bajarê Mûsilê, sala 2014an di şerê li dijî hêzên DAIŞê de fermandetiya mihwerê Şingalê li parêzgeha Mûsilê wergirt, di dema têkoşîna xwe de di refên Pêşmerge de gelek caran birîndar bû, sala 2017an di kabîneya heştê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de wekî wazîrê Pêşmerge hat tayînkirin.
Çavkanî:- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


