Şehîd Selîm Salih di sala 1967an de li gundê Hesarê yê ser bi parêzgeha Kerkûkê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, Selîm Salih xêzandar bûye û navê hevjîna wî Îlham Hemîd bûye û xwediyê kurekî bûye bi navê Mesûd. 

Selîm Salih peywendî bi Şoreşa Gulanê kiriye û di sala 1986an de bûye Pêşmergeyê Lîjneya Navçeyê ya Beneslaweyê bi berpirsiyariya Ebû Elî Sersipî ya ser bi Lîqa duyem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê. 

Di Şoreşa Gulanê de beşdarî çalakiyên partîzanî yên devera Dareto û Beneslawe û Deşta Pirdê bûye. Beşdarî raperîna sala 1991ê û azadkirina bajarê Hewlêr, Pirdê, Şwan, Çemçemal, Kerkûkê bûye.

Di 27ê tîrmeha 1991ê de Selîm Salih li gel heft hevsengerên xwe li nêzîk gundê Qeşqe û Xurxurê ya devera Pirdê ketine kemîna serbazî ya rejîma Beis û Selîm Salih şehîd dibe.

Çavkanî:

- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.