Ş ehîd Sefîr Sebah di sala 1963an de li zozana deşta Koyê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, li gund jiyaye û bi ajalvaniyê re mijûl dibû.

Di sala 1987’an de tevlî Şoreşa Gulanê dibe û di yekeya Bekrî Hemed Kerdizî de bûye pêşmerge, di çalakiyên partîzanî ên li Deşta Koyê, çalakiyên navenda Koyê, çalakiyên Birêveberiya Elektrîkê ya Koyê û çalakiyên baregeha Dîgele de beşdar bûye.

Di 10’ê Tîrmeha 1991’an de Sefîr û 2 hevalên xwe li nêzî parêzgeha Kerkûkê di encama êrîşa asmanî ya rejîma Beis de şehîd bûn.

çavkanî:

- Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya D ê mokrat a Kurdistanê.