Sebah Mihemed Arif, ku bi navê Sebah Şêx Mihemed Mîr Sûr jî tê nasîn, di sala 1967’an de li gundê Mîr Sûrî yê girêdayî navçeya Xurmalê ji dayik bû. Jiyana gundî û cotkarî dikir û heta dibistana seretayî xwendibû. Piştî Şoreşa Eylûlê koçberî Îranê bû û dawiyê li Merîwanê nîştecih bû.

Di sala 1980’an de, di bin fermandeya birayê xwe Qazî Şêx Mehmûd Mîr Sûrî de, beşdarî hêzên Pêşmerge bû. Ew di tabûra Şehîd Ebubekir Banî de, li baregeha hêza Suren a komîteya devera Derbendîxanê, ku girêdayî liqa çaremîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû, xizmet dikir. Beşdarî şerê Kaneskan û çalakiyên serhildanê li deşta Şarezûrê bû. Di 8ê Mijdara 1981’an de, bi hevalên xwe Qazî Şêx Mihemed û Cemal Banî re, li gundê Qayerî Marf ê devera Şarezûrê, ketin kemîna hêzeke Yekîtiya Niştimanî.

Çavkanî:

Arşîva ansîklopediya PDKê