Şehîd Sabir Mihemed naskirî bi Sabir Heme Kerîm, sala 1935an li gundê Pareniyan ser bi nahiya Qûştepe ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, Sabir Heme Kerîm xêzandar bûye û navê hevjîna wî Ayşe Reza bûye, xwediyê keçekê bi navê Rûnak bûye.
Sala 1962 peywendî bi Şoreşa Eylûlê dike û dibe Pêşmerge di hêza Deşta Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bi fermandariya Faris Bawe.
Sala 1963an li gel heft hevsengerên xwe ji bo bêhnvedaneke şevekê vedigerin gundê Pareniyan, agahî li ser wan hatiye dayîn û derengiya şevê komek serbaz û caşên wê demê yên Îraqê dorpêça gund didin, li gel hilatina rojê nêzîk bûne û dorpêça malê dane, di pênavê çênebûna rûbirûbûnê û selametiya jiyana heft hevsengerên xwe, Sabir xwe radestî hêzê dike, wî digirin û vediguhêzin bo binkeya polîsên Qûştepe û li wir fîşekbaran dikin û Sabir Heme Şehîd dibe.
Çavkanî:- Arşîva desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




