Reza Qadir Ebdulkerîm, nasnavê wî Heme Reza Hewramî ye, sala 1932an li gundê Belxeyê yê ser bi nahiyeya Biyareyê ya devera Hewramanê ji dayik bûye, di xwendinê de qonaxên seretayî û navendî li gundê Belxeyê û qonaxa amadeyî li Biyareyê qedandiye, beşdarî xula pizîşkî bûye û bûye doktorê şoreşê.
Sala 1966an bûye Pêşmerge di batalyona şeşan a Biyareyê ya ser bi Hêza Xebat a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ji ber hebûna bawernameya qonaxa amadeyî di xwendinê de rasterast hatiye şandin bo Hacî Omeran û devera Gelaleyê ji bo beşdarbûn di xula pizîşkî ya şoreşê de, piştî salek û şeş mehan xulê bi dawî aniye û wek doktorê şoreşê bo Hêza Xebat hatiye şandin.
Sala 1969an ligel çend hevsengerên xwe li çiyayê Balamboyê yê ser bi bajarê Helebceyê ketine kemîna serbazî ya rejîma wê demê ya Îraqê, rûbirûyî wan bûne û Reza Qadir bi giranî birîndar bûye û bi birîndarî ketiye destê serbazên Îraqê, piştî xwe ew kişandine heta nêzîkî gundê Gulanê yê ser bi parêzgeha Helebceyê û li Gulanê ew gulebaran kirine û Şehîd bûne. Bavê Reza ku bi Qaleyê Maincan tê naskirin, sala 1963an Şehîd bûne, herwiha du xwişkên wî bi navên Sueda û Tuba di kîmyabarana bajarê Helebceyê sala 1988an de Şehîd bûne, sala 1969an bi birîndarî di kemîna serbazên rejîma wê demê ya Îraqê de hatiye girtin û li nêzîkî bajarê Helebceyê hatiye gulebarankirin û Şehîd bûne.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




