Şehîd Resûl Husên di sala 1954an de li gundê Rostê yê ser bi nahiyeya Gelaleya qezaya Çomanê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye û mijûlî karê ajaldariya gerok bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye.

Resûl Husên di sala 1982an de ji aliyê hêzeke dijberî Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve hatiye desteserkirin û li hember 20 hezar dînarên wê demê yên Îraqê û hejmareke zêde ya serê mihan hatiye azadkirin, her piştî azadbûnê rû kiriye welatê Îranê û li bajarê Xanê bûye Pêşmergeyê Lîjneya Navçeyê ya Balekê ya ser bi lîqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ku di wê demê de Ebdulrehman Mela Resûl berpirsiyarê siyasî û Nejmedîn Goronî berpirsiyarê serbazî yê Lîjneya Navçeyê bûne.

Resûl Husên beşdariya çalak di çalakiyên partîzaniyên Dola Rostê, Dola Balîsan, çar derdora Sirêşme de hebûye, herwiha di şerên li hember dijberên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li nav axa welatê Îraq û Îranê beşdariya çalak hebûye ku diyarîniyên wan şerên Dola Zêwê û Merge bûne. Di sala 1983an de di şerê dijberên Partiyê de li Qeratûkeya gundê Şêx Wesanê ya Dola Xoşnawetiyê bi giranî birîndar bûye û çend fîşek bi lingê wî yê çepê ketine.

Di sala 1985an de pileya Fermandeyê mefrezeyê wergirtiye ku her ser bi Lîjneya Navçeyê ya Balek bûye. Di sala 1990î de piştî encamdana çend çalakiyan li devera Xoşnawetiyê û vegeriyana ber bi welatê Îranê ve li binariya çiyayê Helgurdê Resûl Husên ketiye kemîna Serbaz û caşên rejîma Beis û Şehîd bûne.  

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.