Şehîd Resûl Heme Resûl, sala 1950an li gundê Casene ya ser bi nahiyeya Sirdaşê ya qezaya Dûkanê ya parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, gundnişîn û mijûlî karê cotyarî û ajeldariyê bûye, heya qonaxa seretayî xwendiye, xêzandar bûye.
Sala 1969an peywendî bi hêza Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê kiriye û di liqa Siware Fettahî ya ser bi Hêza Rizgarî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge. Di Şoreşa Eylûlê de beşdarî şerê Dûkan, şerê Kilkesmaq, şerê Baziyan, şerê Pîremegrûn û şerê Girê Hacî Silêmanî bûye.
Di 24ê nîsana 1974an de Resûl Heme û pelek hevsengerên wî bi fermandariya Kuêxa Smayîlê Telan êrîş kirine bo girtina rebaya serbazî ya Artêşa Îraqê li Girê Hacî Silêman ku dikeve navbera gundên Casene û Çemçûẍe li sînorê nahiyeya Sirdaşê ya ser bi qezaya Dûkanê, di encama wê êrîşê de Osmanê Sûr Şehîd bûye û Resûl Heme bi giranî birîndar bûye, dûre hevsengerên wî bo wergirtina çareseriyê wî dibin welatê Îranê, piştî 13 roj mayîna wî li nexweşxaneya bajarê Şino bi sedema giraniya birîna xwe Resûl Heme Şehîd bûye.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





