Şehîd Rehîm Birahîm Mistefa Xelanî, sala 1966 li gundê Xelanê yê ser bi nahiyeya Hacî Omeran, qezaya Çomanê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Heta qonaxa seretayî xwendiye û zewicî bûye.
Sala 1981 peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û li sînorê lijneya navçeya Balekayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge. Sala 1983 pileya berpirsiyarê lijneya rêkxistina Hesen Birahîm li sînorê lijneya navçeya Balekayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê wergirtiye.
Di şerên Çiyayê Girdmendîl, Wêzê û şerên din ên devera Balekayetiyê de beşdarî kiriye. Di 24ê Gulana 1988an de di şerê Çiyayê Dirêbî yê dijî Artêşa Iraqê li sînorê nahiyeya Wertê Şehîd bûye. Termê wî li goristana nahiyeya Wertê spartine axê.
1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




