Şehîd Qadir Resûl Qadir Elyas Feqiyanî naskirî bi (Qadirê Goj), sala 1945 li gundê Feqiyanî yê ser bi qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, zewicî bûye û keçek wî hebûye, neçûye dibistanê û xwendewar nebûye.
Sala 1961 peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û li lîqa Şehîd Mihemed Ziyad Feqiyanî ya ser bi batalyona 3yê ya Şehîd Mela Emîn Barzanî bûye Pêşmerge, beşdarî çendîn şer û destanan bûye, wek şerê Bêxal, Hendrên, Darehişk, Gerûyê Barîkeya Feqiyan, Çiyayê Kurêk. Ji ber jêhatîbûnê, hatiye kirin cîgirê lîqa Şehîd Mihemed Ziyad Feqiyanî.
Di 11ê Tebaxa 1965an de di êrîşeke hêzên Pêşmerge bo ser rebaya û molgehên Artêşa Iraqê li Çiyayê Kurêk li sînorê qezaya Rewandizê, ligel çend pêşmergeyên din Şehîd dibe.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




