Pirsa awareyî û penaberiyê, wekî yek ji diyardeyên herî diyar ên nakokiyên siyasî û serbazî di dîroka nûjen a Kurdistanê de tê dîtin. Gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê di gelek qonaxên cuda de ji ber siyaseta tepeserkirinê û êrişên tund ên rêjîmên li pey hev ên Îraqê, neçar maye welat biterikîne û penahê bibe ber welatên cîran. ''Di gelek qonaxan de, Kurd li parçeyên ku tê de dijî neçarî awarebûnê hatiye kirin, çi di hundirê welatê xwe de be, yan derbaskirina sînoran bo welatên cîran di encama zextxistinê û tundûtûjiya derveyî şiyana xelkê bo manê. Lewma gelek caran jî ji aliyê serkirdatiya şoreşan ve, bo parastina jiyana welatiyan ji metirsiyên şer û pevçûnan, bi neçarî biryara koçkirin û awarebûna bi kom hatiye dayîn.'' (Ebdulrehman Elî Kurde, 2018: 34).
Di dîroka nû ya Kurd de destpêka pêlên koçkirina bi kom vedigere destpêka sedsala bîstem û serhildana şoreşên Barzan. Di sala 1932an de û piştî ku Îngilîz û hikûmeta melikî ya wê demê ya Îraqê bi hemû hêza xwe hewl dan şikestê bînin Şoreşa Yekem a Barzan, ji ber zextên serbazî, zemînsazî bo koçkirina ber bi Bakurê Kurdistanê ku di bin destê Tirkiyeyê de ye, hat kirin: ''Bi hatina meha hezîranê, rê hat xweşkirin bo çûna nav Tirkiyeyê û bicihhiştina Îraqê, di 10/6/1932an de mal û zarok li (Dola Zêt) û gundên derdora wê kom bûn bo amadehiya çûna nav Tirkiyeyê'' (Mesûd Barzanî, 2020: 46).
Ev prose di sala 1945an de û di dema Şoreşa Duyemîn a Barzan de rehendeke berfirehtir wergirt, dema ku hêzên hikûmeta Îraqê bi tank û topan êrişî navçeyê kirin: ''Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de dawîn Pêşmergeyê şoreşa Barzan bi hevaltiya Mistefa Barzanî ligel 35 hezar jin û mêr û xortan di bin zexta tank û topên hikûmeta Îraqê de bi rêya Kêleşîn sînor derbas kirin û derbasî Kurdistanê Rojhilat bûn.'' (Mistefa Mihemed Kerîm, 2022: 237-238).
Di pirtûka ''Barzanî û bizava rizgarîxwazî ya gelê Kurd'' de hûrgiliyên çûna nav axa Rojhilat bi vî awayî hatiye danîn: ''Dema Barzaniyan di 11/10/1945an de bi rêya Kêleşîn-Mergewer (Dallamper)ê, çûn Kurdistanê Îranê, balafirên Îraqî heta dawîn xala sînor li pey mal û malbatan bûn. Ev vekişîn gelek bi hûrgilî û bi rêk û pêkî hat cîbicîkirin, bi awayekî ku ne yek malbat ma û ne yek kes ket destê dijmin. Şêx Ehmedê Barzan bi xwe ligel malbatan diçû û hevbeşê westiyayî û keda wan bû. Şoreşgêran jî li pey malbatan bûn, ligel gihîştina wan bo Kurdistanê Îranê, gelek bi germî pêşwazî hatin kirin û birayên Kurdên Îranê ketin alîkariya wan û li ser (49) gundan dabeş kirin, ku mal û xwarina xwe ligel wan parve kirin'' (Mesûd Barzanî, 2020: 46). Ev bi hezaran kes heta dema rûxana Komara Demokratîk a Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê man, lê di 1947an de neçar bûn wê derê biterikînin û vegerin hewarê xwe.
Awareyên Şoreşa Eylûlê û penaberên piştî nesko ya 1975an
Ev qonax wekî yek ji qonaxên herî giran û berbelav ên penaberiyê tê danîn, ku ji 11ê adara 1974an heta 6ê adara 1975an dom kir: ''Qonaxa yekê 11ê adara 1974- 6ê adara 1975 ji ber êrişa artêşa Îraqê bo ser deverên bin desthilata Şoreşa Eylûlê hejmarek ji xelkê sivîl mal û halê xwe bicih hiştin û qesta cihên dûrtir kirin û bûn awareyên navxweyî li Kurdistanê, belê ligel berdewambûna wan êrişan hejmara penaberan jî roj bi roj zêdetir lê hat, û rewşa wan ji hemû aliyekî ve xerabtir lê dihat, çimkî ew dever piraniya wan çiyayî bûn û hêj keş û hewa gelek sar bû û cihên vehewandinê jî gelek kêm bûn, ji ber hindê pêleke bi kom ku Partiya Demokrat a Kurdistanê di belavokên xwe de bi (80000) kes qelem dabûn, di dema du heyvan de ji nîsanê heta dawiya gulanê li sala 1974an ji tirsa wan êrişan penaberê welatê Îranê bûn û hejmareke kêm jî bi nepenî çûn nav sînorê Tirkiyeyê. (Fetah Mihemed Welatjêrî, 2024: 60). Çûna zêdetir ji heştê hezar kesî bo navçeyên azad ên bin desthilata şoreşê karesateke çaverênekirî bû, çimkî ew xelkê aware bûbûn beşeke zêde ya wan tiştekî wiha derbarê jiyana gund nedizanî û çavkaniyeke darayî ya wiha jî nebûn, şoreşê jî ew şiyana darayî ya mezin nebû bikaribe seretayîtirîn pêdiviyên wan dabîn bike, di vê de dijwartir; nebûna ti alîkarî û piştgiriyekê bû ji aliyê rêxistinên xêrxwaz ên navneteweyî ve.
Sedema vê karesatê jî zêdetir ew bû: ''Hikûmetê bi tenê xelkê navçeyên şoreşê derbeder nekirin, belkî destê xwe ji welatiyên Kurdên akincî li Kerkûk û Mûsil û Bexdayê jî neparast û her kesê peywendî bi şoreşê ve kiribû eger rêjîmê zanîba malbatên wan ji mal dikirin derve'' (Fetah Mihemed Welatjêrî, 2024: 63).
Herwiha nêrîna cuda li ser amara giştî ya vê qonaxê heye ji ber nebûna dezgeha serjimêriyê ya hûr di wê serdemê de: ''Cudahiya zêde di navbera jêderan li ser hejmara penaberên Kurd li Îranê di vê maweya dîrokî de ya heye, sedemê vê yekê jî bo hindê vedigere ku serkirdatiya Şoreşa Eylûlê ti amarên serastkirî li ber dest nebûn.. belê xala hevpişk di van amaran de ew e, ew xelkê her ji destpêka şerê sala 1974an heta piştî dawî hatina Şoreşa Eylûlê li adara 1975an Kurdistanê Îraqê bicih hêlayî û ber bi welatê Îranê penaber bûn derdora (210000) kesan bûn. Di vê de diyar dibe ji sercemê (1500000) kesên li bin desthilata Şoreşa Eylûlê nêzîkî (%14) ji xelkê wê penaber bûn. Ev e jî bo wî demî hejmareke yekcar zêde bûye'' (Fetah Mihemed Welatjêrî, 2024: 92).
Piştî têkçûna sala 1975an û Peymana Cezayîrê, barûdox dijwartir bû: ''Bi ragihandina peymana reş a Cezayîrê, hejmareke mezin ji gelê Kurdistanê koçberî hilbijartin û çarenivîsa xwe bi Barzanî û şoreşê ve girêdan û ber bi paşerojeke nediyar ve ketin rê. Têkçûna sala 1975an, ewqas mezin û metirsîdar bû ku heta hejmarek ji wan kesên ku berê pile û payeyeke mezin di nava şoreşê de hebûn, tûşî hilweşîn û bêhêviyê bûn û xwe ragirtin, lewma hejmarek ji wan berê xwe dan derwe. Lê belê hejmareke mezin ji dilsoz û hejarên gelê me xwe ragirtin û rûbirûyê her cure zehmetî, derbederî û êşekê bûn û amade nebûn di bin ti gef û zextan de dest ji rêbaz û serokê xwe berdin. Her ji gef û zextên SAVAKê û bordûmankirin û barê giran ê jiyana koçberî û xerîbiyê ve heta handan û belavkirina pere û pileyan bi navên cuda ve ji bo kişandina penaberan û dûrxistina wan ji Partî.'' (Mesûd Barzanî, 2021: 156-157). Her ev yek bûye sedem ku Serok Mesûd Barzanî di pirtûka xwe ya dîrokî de vê binivîse: ''Bi pêwîst dizanim li vir spasiya bêdawî ya xwişk û birayên xwe yên penaber bikim li seranserê Îranê û bi taybetî ew penaberên ku li Rojhilatê Kurdistanê niştecî bûn, ku tevî hemû giranî, zext, nelihevî û lawaziya barê jiyan û debara xwe, xwe ragirtin û amade bûn ji bo her qurbaniyekê di pênavê armancên neteweyî û niştimanî û rêbaza Partî û şoreşa wê de, çimkî neliheviya jiyanê, giranîyeke gelek mezin xistibû ser milên wan û heta beşeke mezin a debara jiyana wan li ser karê wan ê rojane bû. (Mesûd Barzanî, 2021: 156-157)
Xweragiriya gel û peyrewên rêbaza Barzanî di vê qonaxê de bûye daynemoya ji nû ve rêkxistina hêzan: ''Bi mebesta baştir birêvebirina karûbaran, min û kak Îdrîs li ser wê yekê li hev kir ku ew, xwe ji bo birêvebirin û serperiştiya karûbarên penaber û koçberan ku nêzîkî sed û heştê hezar kes bûn, terxan bike. Min jî erka ji nû ve rêkxistina rêzên partayetiyê bigirim ser milê xwe û di qonaxa duyem de dest bi şoreş û xebatê bikin, hemû gavên me bi hev re û bi agahdariya hev bûn'' (Mesûd Barzanî, 2021: 21). Îdrîs Barzanî Bi alîkariya hejmarek ji kadroyên şoreşê, lijneya taybet ji bo serperiştiya kampan (kampên wek Zêwe, Serpêla Zehaw, Kerec û cihên din) pêk anî. Armanca yekem dabînkirina pêdiviyên seretayî yên wek niştecîkirin, xurek û derman bû bi rêya hemahengiya bi Heyva Sor a Îranê û rêxistinên mirovî re û piştî vê jî pirsa xwendina zarokan gelekî girîng bû, lewma hemû hewla xwe da ku zarokên Kurd biçin ber xwendinê.
Tevî dabeşbûna wan li ser navçeyên cuda, nifşê nû yê penaberan pêşeng bûn di xwendinê de: ''Şukur ji bo Xwedê gelek ciwan di nava penaberan de di wê barûdoxa nelihev de karîn bixwînin û xwe bigihînin, heta di navendên xwendinê de astên gelek bilind tomar bikin. Her tim xwendekarên me yên penaber di dibistanên Îranê de, tevî hejarî û destkurtî, ji xwendekarên zîrek û yekemên dibistanan bûn. Xwişk û birayên me yên penaber ku bi sedema bernameya rejîma Şah li ser hemû parêzgehan û navçeyên dûr û dirêj de hatibûn belavkirin û peritandin, di xerîbiyê de parêzgarî li ziman û dab û nêrîtên xwe dikirin û baweriya xwe bi rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê diparastin.'' (Mesûd Barzanî, 2021: 156-157), ev yek piştî vegera penaberên Kurd ji Îran û welatên din gelek berçav bû û piraniya wan bi astên cuda an xwediyê bawernameyan bûn, an mijûlî xwendinê bûn.
- Qonaxa duyem a penaberan 1979-1987
Rejîma Bekir û piştre jî Seddam pereyeke baş ji firotina petrolê bi dest xistibûn û bi vê sedemê leşkerên xwe bi çek û çolên gelek nû amade kiribûn. Seddam şerê li gel Îranê hilgirsand û nasnameya bi dehan hezar Kurdên Feylî stand û neçar kirin Îraqê bicîh bihêlin û koçberî Îranê bibin. Piştî vê hempeya Enfalê dest pê kir û zêdetir ji heşt hezar ciwan û mêrên Barzanî enfal kir, lewma her Barzaniyekî di wê demê de karîbûya sînor bibire koçberî Îranê dibû, çimkî piştrast bû ku eger li vir bimîne, rûbirûyê çarenivîseke nediyar dibe.
Qonaxên cuda yên Enfalê ku li dijî Kurd di wê demê de hatin pêkanîn, sedemeke din bûn ku hiştin welatiyên bêguneh mal û halên xwe bicîh bihêlin û berê xwe bidin welatên cîran. Herwiha bi sedema şerê Îraq û Îranê; rejîma Beis tevahiya gundên sînorî vala kir, ev yek hişt hejmarek welatî koçberî Îranê bibin. Ev ji bilî wê yekê ku bi dehan ciwanên Kurd bi sedema serbaziya zorê Kurdistan bicîh hiştin.
- Qonaxa piştî kîmyabarana Helebceyê 1988
Rejîma Beis di 16ê Adara 1988an de bajarê Helebceyê kîmyabaran kir û zêdetir ji 5000 welatiyên bêguneh şehîd kir. Di wê rojê de tevahiya welatiyên Helebce û bajarok û gundewarên derdora wê ber bi Îranê ve koçber bûn ku piraniya wan jin û zarok bûn û hejmareke berçav jî berketiyên çekên kîmyayî bûn. ''Kîmyabarana Helebce û çend cihên din ên Kurdistanê di sala (1988)an de û rawestana şerê heşt salî yê xwînawî (Îraq - Îran) di (1988/8/8)an de, bi hezaran welatî bi mal û zarokên xwe ve koçberî Îranê bûbûn û di kamp û ladê û bajar û bajarokên Îranê de di jiyaneke kolemergiya û hejarî û nedariyê de niştecî kiribûn.'' (Ebdulrehman Elî Kurde, 2018: 37). Eger penaberên berê bi sedema zêdebûna xwe barê giran bûbin, wê demê koçberên vê qonaxê bi sedema xirabûna rewşa tenduristiya xwe barê giran çêkirin û Îran jî tenê welat bû ku alîkariya koçberan dikir, çimkî welatên din bi sedema peywendiyên baş ên li gel desthilatdarên Beis û hikûmeta Îraqê xwe ji mijarê dûr xistibûn.
Pêkhateya civakî ya penaberan
Civaka penaberên Kurd li Îranê pirreng û hemecor bû di warê olî û neteweyî de: ''Li ser astê olî û neteweyî çawa pêkhateya civaka Kurdistanê ya rengawreng û hemecor bû, wisa di nava penaberan de jî hejmareke mezin ji netewe û olên ji hev cuda wekî Aşûrî û Êzidî û Kakeyî hebûn'' (Fetah Mihemed Welatjêrî, 2024: 92).
Ji aliyê îdarî ve, penaber li gorî belgeyên fermî li ser 10 komên cuda hatibûn dabeşkirin: ''Di belgeyeke bi navê (Destûra karûbarên penaberên kurdên Îraqê) de, penaber li ser (10) coran hatine dabeşkirin, ew jî ev in: 1- Serkirdeyên penaberan, 2- Penaberên ji hoza Barzan, malbata nêzîkî Mela Mistefa Barzanî, 3- Efser û pile-darên artêş û polîs û dezgehên ewlehiyê yên Îraqê, 4- Kadroyên kargêr û rêveberên mîrî û hunerî yên şoreşa kurdî, 5- Kadroyên tenduristiyê wekî bijîşk û alîkarên bijîşkî û birînpêç, 6- Pêşmerge, 7- Malbatên bêserperest (malbatên şehîdan) û kesên kal û pîr û seqet, 8- Penaberên asayî, 9- Xwendekar, 10- Mamoste'' (Fetah Mihemed Welatjêrî, 2024: 93). Ev dibe ku mebesta wê du-alî be, ji aliyekê ve desthilatdarên Îranê dê bizanibin ku di nav awareyan de kîjan kes hene û serê wan ji çi derdikeve û ji bo çi karî bi kêr tên, aliyê din jî ew e ku bi hêsanî dikarin bên kontrolkirin û rê neyê dayîn ku bi hêsanî tevbigerin.
Desthilatdarên Îranê di qonaxên cuda de formên cuda yên nasnameyê ji bo rêkxistina karûbarên yasayî yên awareyan bi kar anîne, ''Diviyabû her awareyek li Komara Îslamî ya Îranê xwediyê nasnameya fermî ya awarebûnê be ku ji aliyê desthilatdarên taybetmend (Amûr Penahandegan-beşa karûbarên awareyan) ku paşê bûye (Amûr Etba' Xaricî- beşa karûbarên biyaniyan) ya taybet bi vî erkî, jê re bê dayîn.. Awareyên sala (1974), xwediyê nasnameyeke taybet bûn bi navê (Defterçe) li Îrana şahnişahî. Awareyên piştî şoreşa Îslamî ya Îranê heta sala (1988), nasnameyeke taybet a wan hebû bi navê (Karta kesk). Awareyên piştî kîmyabaran û enfalan û koça bi kom a vê qonaxê jî ji nîveka (1988) ve, nasnameyeke din didan wan bi navê (Karta spî)'' (Ebdulrehman Elî Kurde, 2018: 59). Her yek ji van kartan çend taybetmendiyên wan hebûn û xwediyê xwe ji yê din cuda dikirin, bo nimûne xwediyê karta spî nedikarî bajarê xwe bicî bihêle û çawa bixwaze wisa bajarên Îranê bigere, lê yên ku defterçeya wan hebû, hêsantir ev karê wan dihat kirin.
- Rola penaberan di hilgirsandina şoreşê de
Tevî zehmetî û destkurtî, penaberan roleke girîng di piştevanîkirina darayî ya şoreşê de lîstin: ''Di demekê de ku hejmareke berçav a wan di barûdoxeke dijwar a jiyanê û hejariyê de dijiyan, lê bi xweragiriya xwe bûn sedema destpêkirin û pêşvebirina şoreşê û bihêzbûna Partiya Dêmokrata Kurdistanê li qada xebat û têkoşînê de. Penaber û dilsozên gelê me, bi xweragirî û sebra xwe, bûn sedema şikestina hemû plan û nexşeyên gemar ên dijminên gel û serketina îradeya Partiya Dêmokrata Kurdistanê di pêxema berevanîkirina ji maf û daxwazên rewa yên gelê me de, ... dilsozî û xweragiriya penaberan ji bo Partiya Dêmokrata Kurdistanê û şoreşê bi awayekî bû ku nîvê dahata xwe ya rojane dikirin diyarî ji bo eniyên şer û dabînkirina pêdiviyên Pêşmergeyên qehreman, ew penaberên xweragir bûn hewênê berdewamiya şoreşê û serketinên yek li pey yek ên Pêşmergeyên qehreman li sengerên berevaniyê yên li ser ax û niştiman û mafên rewa yên gelê me; lewma dîrok li rûpelên xwe de, xweragirî û berxwedana penaberan, bi ava zêrîn tomar dike. Xwişk û birayên me yên penaber, salên dûr û dirêj jiyana xwe di awareyî û derbederî û hejarî û jiyana kirêtiyê û karkeriyê de derbas kirin û wê heyama taqetbirr bi serbilindî derbas kirin û, piştevanên şoreşê û Pêşmerge bûn û Şehîd û birîndar pêşkêşî Kurdistanê kirin.'' (Mesûd Barzanî, 2021: 156-157). Tiştê ku ji gotinên Serok Mesûd Barzanî tê derxistin ev e; tevî ku xelk bi kulemergî jiyaye, lê amade bûn ji bilî canfîdayî û pêşmergatiyê, ji qûtê zarokên xwe jî bibirin û bidin şoreşê û ew daynemoya rastîn a Şoreşa Gulanê bûn. Di vê de rola dayik û xwişk û hevjînên Pêşmerge gelek berçav e û eger bîranînên Pêşmergeyên wê serdemê bixwînin, ji me re diyar dibe çend serbilind û qehreman bûn. Dema ku mêr li sengerên berevaniyê de bûn, bargiraniya rêvebirina malbatê li ser milê jinan bû: ''Mêran çekê şerefa şoreşê li milê xwe bû û jinan jî erka perwerdekirina zarokan û xweragiriya li ser milê xwe bû.'' (Mesûd Barzanî, 2021: 156-157). Ev rastî di bîranînên Pêşmergeyan de jî reng daye: ''Dema ku em bûn Pêşmerge, gelek caran ji bo heyama şeş meh an zêdetir, bi mefrezeyan em dihatin Kurdistanê Îraqê, mal û zarokên xwe me bicî dihişt, hevjînên me roleke mezin di xwedîkirina zarokan û ragirtina mal û malbatê û mezin kirin û perwerdekirina zarokan de didîtin, wan hunereke mezin hebû ku karîn wan zarokan bi ciwanî xwedî bikin'' (Hacî Mîrxan Dolemerî, 2021: 242), bi vî awayî dayikên Kurd zarokên xwe li ser hezkirina ax û niştiman perwerde dikirin.
Bereya Kurdistanî û karûbarên awareyan
Ji bo rûbirûbûna qeyranên mirovî bi taybetî di sala 1988an de, aliyên siyasî yên Kurdistanê dezgeha hevbeş pêk anîn: ''Ji bo serperiştiya wê xelkê û niştecîkirina wan, bi taybetî piştî koça bi leşaw a enfalan û kîmyabaranê, sereta her du partî, Partiya Dêmokrata Kurdistanê.. û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê.. her yekê bi cuda, lijneya taybetmend pêk anîn ji bo serperiştiya awareyan ku paşê partiyên din ên Bereya Kurdistanî û derve jî wek (Partiya Sosyalîst, Partiya Komunîst, PASOK û Partiya Gel) û (Bizûtnewey Îslamî) jî bi curekî ji cureyan tensîq hebû. Her yekê li gorî qebareya xwe, gavek ji bo vê proseya avêtibû ji bo pêşwazîkirina vê leşawa awareyan û serperiştiya wan ku tensîq û hemahengiya temam jî hebû di navbera van lijneyan û lijneya peywendiyên partiyan li piraniya bajar û bajarok û sînorên Komara Îslamî ya Îranê.'' Ev ji bo demekê berdewam dibe, lê paşê, bi biryareke serkirdayetiya siyasî ya Bereya Kurdistanî, lijneyên partiyan li hev hatin û hatin firehkirin ji bo nûneratiya partiyên Bereya Kurdistanî jî ji bo serperiştiya û niştecîkirina vê xelkê li kampan û bajar û bajarokan û hemahengî li gel dezgeh û organên peywendîdar ên Komara Îslamî ya Îranê û serperiştiya wan, ji bo vê mebestê lijneyeke bilind hat pêkanîn bi navê (Lijneya Bilind a Serperiştiya Awareyan) ku sereta pêkhatibû ji nûnerên her sê ji partiyên siyasî yên diyar ên Bereya Kurdistanî (Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Yekîtî û Sosyalîst) ku rasterast ser bi mekteba tenfîzî ya bereyê bû ku paşê hat firehkirin û pêkhatibû ji birêzan: Komeleya Firyaketina Kurdistanê'' (Ebdulrehman Elî Kurde, 2018: 37), yanî partiyên Kurdî di seretayê de her yekê xizmeta wê xelkê kiriye ku ser bi wan bûne, lê paşê lijneya hemahengiyê pêk tînin û paşê ber bi zêdetir dezgehbûnê ve diçin û dawiyê bi rêya Komeleya Firyaketina Kurdistanê alîkariya penaberan dikin.
Daneyên dawî û serjimêriya giştî ya koçberan
Kurteya amar û hejmara koçberên Kurd li gorî qonax û komên jêrîn hatiye tomarkirin, lê hêj daneyên wê ne gelekî hûr in:
''Hejmara koçberan:- Koçberên sala 1988 .................................. 90000-100000
- Koçberên salên 1979-1988 ............................... 20000-25000
- Koçberên sala 1974 ku mane .......................... 40000-45000
- Koçberên Feylî ..................................................... zêdetir ji 200000
- Giştê koçberan ................................................ 370000'' (Ebdulrehman Elî Kurde, 2018: 62)
Hêjayî gotinê ye, piştî pêla bêbext a Enfalê û koçberiya bi kom (korew), hejmarek welatiyên Kurd koçberî Tirkiyeyê bûn. Hemû tiştê li jor hat gotin; piştrastkerê wê yekê ye ku gelê Kurd û Kurdistanê koç û koçberî wek amûrekî girîng ê mayînê bi kar aniye û di dawiyê de jî her koçberiya bi kom bû, wek yek ji sedemên girîng, kir ku cîhan piştgiriya Kurdan bike û dan bi beşek ji mafên wan deynin û hewl bidin wan biparêzin.
Çavkanî- Hacî Mîrxan Dolemerî, Geran bedway dadperwerîda, Kurdistan-2021.
- Ebdulrehman Elî Kurde, Komeley Firyakewtnî Kurdistan, çapa yekem, çapxaney Rojhelat, Hewlêr, 2018.
- Mistefa Mihemed Kerîm (D.), Şoreşa duyem a Barzan, Destey Însîklopîdyay (P.D.K), çapxaney Danîşfer, Hewlêr-2022.
- Fetah Mihemed Welatjêrî, Penaberên Kurd li Îranê (1974-1979), Destey Însîklopîdyay (P.D.K), çapxaney Zankoy Selahedîn, Hewlêr-2024.
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd, bergê çarem-Şoreşa Gulanê, beşê yekem, çapa yekem, çapxaney Roksana- 2021.





