Şehîd Osman Hesen Mistefa, sala 1950an li gundê Aryaneyê yê ser bi nahyeya Şoreşê ya qezaya Koyê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê ajeldariyê bûye, Osman Hesen xêzandar û xwediyê yek kur bûye.
Şehîd Osman Hesen, sala 1969an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li lîqa erîf Ebû Zeyd ku ser bi batalyona du ya Hêzên Deşta Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bi fermandeyiya erîf Osman bûye Pêşmerge. Beşdarî şerên Çiyayê Sefîn, şerên deşta Hewlêrê, şerên deşta Koyê, şerê Çiyayê Korêk, şerê Rewandizê, Benî Herîr, şerê Bersirînê, şerê Hacî Omeran kiriye.
Sala 1974an piştî têkşikandina êrîşa serbazî ya wê demê ya Îraqê bo ser sengera berevaniyê ya Pêşmergeyan li gundê Bindayzanê yê qezaya Çomanê li devera Balekayetiyê, firokeyên rejîma wê demê ya Îraqê bi tundî bombebarana sengerên Hêzên Pêşmergeyan kiriye û di encamê de Osman Hesen Şehîd bûne û ji aliyê hevsengerên xwe ve li goristana gundê Bindayzanê bi xakê spartine.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





