Osman Elî Muhemmed Ebdulrehman, di sala 1947an de li gundê Kanî Kewê yê devera Şemîran a ser bi qezaya Derbendîxanê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, Osman Elî Muhemmed zewicî bûye û navê hevjîna wî Mîna Muhemmed bûye û xwediyê kur û keçekê bûye bi navên Muhemmed û Pervîn, sala 1967an Şehîd bûye.
XebatnameŞehîd Osman Elî, sala 1966an bûye Pêşmerge li Hêzên Şemîran, ku di wê demê de Hêzên Şemîran hêzeke serbixwe bûye û Şehîd Heme Şemîranî fermandeyê wê bûye û ferman ji serkirdatiya şoreşê wergirtiye, herwiha sînorê Çalakî ya vê hêzê li devera Şemîran û devera Newrolî bûye zêdetir, lê piştî avakirina pêkhateya serbazî ya Şoreşa Eylûlê, sala 1965an ev hêz her wek hêzeke serbixwe ma û hat xistin ser Hêzên Xebat a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, beşdarî şerê çiyayê Zemnakoyê û şerê Helebceyê bûye.
Di 1ê Tîrmeha 1967an de li gel du Hevsengerên xwe bi navên Salih Reşîd û Ehmed Reşîd li gundê Pirsî yê devera Newrolî ya ser bi parêzgeha Helebceyê ketine kemîna Serbazên rejîma wê demê ya Îraq û piştî rûbirûbûna wan Osman Elî Muhemmed û du Hevsengerên wî Şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




