Şehîd Osman Ehmed nasraw bi (Osmanê Sur), sala 1949an li gundê Gelnêrî ser bi qezaya Dûkan a parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyarî û ajeldariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, zewicî bûye û xwediyê du kur û keçekê bûye.
Sala 1968an peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li quweta Telan bi fermandeyiya Kuêxa Smayîlê Telan, ser bi hêza Rizgariya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge. Di Şoreşa Eylûlê beşdarî şerê Sergelû û Bergelû, şerê Telan, şerê Dûkan, şerê Derbend Baziyan, şerê Kilkesmaq û şerê Girê Hacî Silêman bûye.
Di 24ê nîsana 1974an de Osmanê Sur û pelek hevsengerên xwe bi fermandeyiya Kuêxa Smayîlê Telan êrîş birine bo girtina rebaya Artêşa Iraqê li Girê Hacî Silêman ku dikeve navbera gundên Casene û Çemçuxê li sînorê nahiyeya Surdaşê ser bi qezaya Dûkan, di encama wê êrîşê de Osmanê Sur şehîd bûne û hevsengerên wî li goristana gundê Sermore bi axê spartine.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





