Şehîd Nûrî Ehmed Hemelaw, sala 1952 li gundê Xawê yê ser bi qezaya Qeredaxê ya parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, gundnişîn û mijûlî karê cotyarî û ajeldariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, zewicî û xwediyê kurekî bûye. 

Nûrî Ehmed Hemelaw, sala 1967 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li liqa Kêxwa Umer a ser bi batalyona 5an a Zêwê bi fermandariya Enwer Ezwer a ser bi Hêzên Rizgariya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge. Beşdarî şerê Derbendîxanê, şerê devera Sengawê, şerê çiyayê Gulanê, şerê çiyayê Qeredaxê û şerê çiyayê Zozikê bûye, sala 1969 pileya serpelî wergirtiye. 

Sala 1974 piştî êrîşkirina wan bo ser çend rebayeyên leşkerî yên wê demê yên Iraqê li çiyayê Zozikê, ji aliyê topavêjên rejîma wê demê ya Iraqê ve bi tundî topbarana sengerên Hêzên Pêşmerge hatiye kirin û di encama wê topbaranê de, Nûrî Ehmed Hemelaw Şehîd bûne û ji aliyê hevsengerên xwe ve termê wî bo deşta Şarezûrê hatiye veguhestin û li goristana qezaya Seyîdsadiqê veşartine.

Çavkanî: 

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.