Şehîd Nesredîn Heme Kakî, sala 1949an li gundê Kanî Çinarê yê ser bi nahiyeya Pîremegrûnê ya ser bi qezaya Dûkanê ya parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê cotyarî û ajeldariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, xwedî malbat bûye û xwedî şeş kur û du keçan bûye, kurekî wî bi navê Nazim di raperîna cemawerî ya xelkê Kurdistanê di sala 1991ê de şehîd bûye. 

Sala 1978an peywendî bi hêza Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê kiriye û bûye Pêşmerge li cem Ebdulla Axa di hêza Rizgarî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, wê demê baregeha wan li Xemzeyê Rojhilatê Kurdistanê bûye. Di Şoreşa Gulanê da beşdarî çalakiyên partîzaniyên deşta Koyê û derdora qezaya Dûkanê û derdora Baziyan û Tekiyê bûye. 

Di 2ê çiriya pêşîna 1982an de Nesredîn Heme Kakî û desteyek hevsengerên xwe ku ji heft Pêşmergeyan pêk hatibûn ji Rojhilat ve ji bo encamdana çalakiyeke partîzanî çûne devera Dûkanê, piştî encamdana erkê xwe di vegerê de li ser pira Çermegayê ya nêzîkî nahiyeya Pîremegrûnê, ketine kemîna serbazên Artêşa Iraqê û Nesredîn Heme Kakî û pênc hevsengerên wî bi navên şehîd Umer Ehmed Semîn, şehîd Sidîq Ehmed, şehîd Usman Heme Xurşîd, şehîd Şerîf Kenekewî, şehîd Letîf Kenekewî şehîd bûne, herwiha hevsengerekî wan bi navê Heme Dartûyî karîbûye di kemînê de bi birîndarî xwe rizgar bike. 

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.