Nejm Resûl Ehmed, di sala 1973 li gundê Kanî Xanî ser bi qezaya Dûkanê ya parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, derçûyê qonaxa seretayî bûye, gundnişîn û mijûlî karê cotyariyê bûye.
Nejm Resûl, sala 1991 peywendî bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û li lijneya navçeya Dûkanê ya ser bi lîqa çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge û beşdarî raperîna cemawerî ya xelkê Kurdistanê bûye û beşdarî azadkirina bajarê Silêmaniyê, qezaya Dûkanê, nahiyeya Baziyanê, qezaya Çemçemalê û bajarê Kerkûkê kiriye.
Di 20ê Adara 1991ê de û di azadkirina bajarê Kerkûkê de, li nêzîkî baregeha emnî ya rejîma Be's li bajarê Kerkûkê gule ber bi wî ve hatiye û Şehîd bûye, ji aliyê hevsengerên wî ve termê wî bo gundê Kanî Xanî hatiye veguhastin û li wir spartine axê.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





