Şehîd Muhsîn Yasîn di sala 1954an de li gundê Pîrboob ser bi nahyeya Zêlkan a qezaya Şêxan a devera Badînan ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye. Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û destpêkê li parêzgeha Ehwaz û paşê li bajarê Neẍede nîştecih bûye. Xêzandar bûye.
Sala 1976an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û di batalyona Heso Mîrxan de bûye Pêşmerge. Di dema jiyana pêşmergatiyê de beşdarî zortirîn çalakiyên partîzanî kiriye.
Sala 1983an Muhsîn Yasîn û desteyek hevsengerên xwe li ser sînor û di navbera Xanê û Hacî Omeran de ketine boseya hêzeke neyar û dijminê Partiyê û piştî çêbûna rûbirûbûnê Muhsîn fîşek berketine û Şehîd bûne, ji aliyê hevsengerên xwe ve ceste yê wî diguhêzin goristana bajarê Neẍede û bi axê dispêrin.
Çavkanî:1-Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





