Şehîd Muhsin Seyid Ebdulla Qasim Amedî di sala 1964an de li bajarê Amediyê yê girêdayî parêzgeha Dihokê ji dayik bû. Xwendina seretayî û navendî li Amediyê bi dawî anî û paşê li Enstîtuya Mamosteyan hat wergirtin. Di sala 1988an de ji bo 4 heta 5 salan li welatên Tirkiye û Îranê koçber bû.
BerxwedannameŞehîd Muhsin Seyid Ebdulla Qasim Amedî di sala 1984an de li baregeha liqa yekê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bû Pêşmerge. Di çalakiyên leşkerî yên li sînorê komîteya Dihok û Amediyê de beşdar bû. Di sala 1988an de li Tirkiye û Îranê koçber bû. Di sala 1991an de Muhsin Seyid Ebdulla bi komek Pêşmergeyên din re di şerekî li Sersinkê de, ji bo bergirtina êrîşa artêşa Îraqê, şehîd bûn.
Çavkanî:Arşîva Dezgeha Ensîklopediya ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.





