Sala 1965an li Hacî Omeran çavê wî bi Mela Mistefa Barzanî dikeve û peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê dike û di batalyona 3yem a Hêza Balek bi fermandeyiya Mela Emîn dibe Pêşmerge, ji ber jêhatîbûn û mêrxasiyê zû dibe Serleq. Beşdarî piraniya şerên devera Rewandiz û Diyana kiriye, sala 1974an di dema êrîşa Artêşa Îraqê de li ser çiyayê Korrek ber bi Bêxal û bajarê Rewandiz di encama berevaniyeke bêwêne de Şehîd hatiye kirin, ji aliyê Pêşmergeyan ve termê wî ji destê serbazên Artêşa Îraqê rizgar kirine û birine gundê Feqiyan û li wir hatiye veşartin.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.