Şehîd Muhemmed Seîd Ebdulrehman, sala 1939an li gundê Ergoş yê ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xêzandar bûye.

Sala 1961ê peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge, beşdarî şerên wê kiriye û di heman salê de di şerê Nehlê de birîndar bûye.

Sala 1991ê piştî raperîna gelê Kurdistanê peywendî bi refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê kiriye û di Artêşa Barzan de bûye Pêşmerge, di 18ê Çiriya Pêşîn a 1995an de li devera Mizûrî Bala ji aliyê çekdarên PKKê ve Şehîd hatiye kirin û li goristana Zulfiqar a bajarokê Herîrê hatiye veşartin.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.