Şehîd Muhemmed Mehmel Hemed Resûl, di sala 1942an de li gundê Balekeyê yê devera Xwakurkê ser bi qezaya Sîdekanê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xwendewarî nebûye, zewicî bûye.
Di sala 1991ê de piştî raperîna gelê Kurdistanê, peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û li cem mamosta Hemîd Efendî bûye Pêşmerge, di sala 1995an de tê veguhastin bo Artêşa 2yê ya Hewlêrê, di şerên parastina serweriya yasayê de beşdarî kiriye, di roja 15ê îlona sala 1997an de di şerê parastina serweriya yasayê de li Hacî Omeranê bi destê çekdarên PKKê Şehîd bûne.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




