Muhemmed Hemekerîm Hemesadiq nasraw bi Heme Sofî Kerîm, sala 1955 li gundê Kanî Sêfî yê binarê çiyayê Surên ser bi nahiya Xurmal ji dayik bûye, gundnişîn bûye û serqalî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, di piştî neskoya Şoreşa Eylûlê awareyê Welatê Îran bûye û li bajarê Merîwan niştecih bûye, xwedî malbat bûye û hevjîna wî navê Eyna Hemesed bûye û xwedî çar kur û sê keçan bûye bi navên Kazim, Mesûd, Yadgar, Esed, Rehme, Rêzan, Fatime.

Sala 1986 bûye Pêşmerge li hêza Surên ser bi Lîjneya Navçeyê ya Derbendîxan a lîqa çar a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, sala 1987 firokeyên rejîma Beis sengerên Pêşmerge li çiyayê Surên bombebaran kirine û bi sedema wê Heme Sofî Kerîm di sengerê berevaniyê de çend parçe saçmeyan lê ketiye û bi dijwarî birîndar bûye.

Beşdarî raperîna cemawerî ya xelkê Kurdistanê kiriye û her di destpêka raperînê de li devera Şarezûr, di 7ê Adara 1991 di girtina serbazgeha Qaynîceyê ya nêzîk Seyîdsadiq fîşek lê ketiye û Şehîd bûne.  

Çavkanî:

Arşîfa Desteya Ensîklopîdiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê