Şehîd Muhemmed Hacî Ebdulla Beg, di sala 1957an de li gundê Feqiyan ser bi qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sêyem kurê malbata xwe bûye û bi tenê ji dayikekê bûye û takane bûye, destgirtî bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, di 8ê tebaxa 1974an de bi sedema topbarana Artêşa Iraqê bo ser Baregeha Hêzên Pêşmerge li havîngeha Bêxalê Şehîd bûne.

Di sala 1972an de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye û li Hêza Balekê bi fermandeyiya Mela Emîn Barzanî bûye Pêşmerge, di desteya Mistefa Begê birayê xwe yê mezin de bûye, çendîn çalakiyên partîzaniyê li dijî Artêşa Iraqê pêk anîbûn. 

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.