Şehîd Muhemmed Hacî di sala 1967an de li nahiyeya Helşoyê ya ser bi qezaya Pişder a parêzgeha Silêmaniyê hatiye dinyayê, mijûlî karê cotyariyê yê gund bûye û heta qonaxa seretayî xwendiye, xêzandar bûye û xwediyê kurek û keçekê bûye.

Sala 1983an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye, di hêza Xale Seyîd Kake de, ku wê demê baregeha hêza wan li Dola Balîsan bûye bûye Pêşmerge. Beşdarî di çendîn çalakiyên partîzanî de kiriye, di nav wan de çalakiyek li nav bajarê Hewlêrê, çalakiyek li qezaya Koyê. Herwisa di şerên Dola Balîsan, şerên Deşta Koyê, şerên Çiyayê Sefîn û Simaqolî de beşdarî kiriye. Di Şoreşa Gulanê de sê caran birîndar bûye, di nav wan de sala 1985an di şerê Simaqolî li hember serbazê rejîma Beis, sala 1987an çalakî partîzanî li şeqama Siltan Mezefer li bajarê Hewlêrê, sala 1989an çalakî partîzanî ya binkeya polîsên qezaya Koyê.

Sala 1991ê beşdarî raperîna cemawerî ya Kurdistanê kiriye, di azadkirina Şeqlawe, Korê, Şawêys, Hewlêr, Pirdê, Kerkûkê de beşdar bûye.

Di 21ê adara 1991ê de di azadkirina bajarê Kerkûkê û di nav gorêpana serbazgeha Xalid de fîşek bi wî ketiye û şehîd bûne û cenazeyê wî li heman gorêpanê de maye û yek ji wan şehîdan e ku gora wî ne diyar e. 

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.