Muhemmed Ferec Şawêys, sala 1963an li gundê Newêyê ser bi nahiyeya Xurmalê, parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, sala 1979an ji aliyê rejîma Beis ve hatine raguhastin û bi zorê li qezaya Seyîdsadiq niştecî kirine û li nava bazara Seyîdsadiq bûye xwediyê dikaneke şîrîniyê.
Di çiriya pêşîn a 1979an de bûye Pêşmerge di batalyona Şehîd Ebûbekir Banî Binokî, ku ser bi hêza Surên a Lîjneya Navçeyê ya Derbendîxanê ya Liqa Çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.
Beşdarî şerê Qacer, şerê Şanêrî, şerê Ehmedawa, şerê Rezle, şerê rebaya Banî Şêran li binarê çiyayê Surên, şerê çiyayê Şeram, çalakiyên partîzanî yên deşta Şarezûr, çalakiyên partîzanî yên nav bajarê Silêmaniyê kiriye û yek ji wan pêşmergeyan bûye ku beşdarî çalakiyên partîzanî yên nav bajarê Silêmaniyê kiriye û bi çend çalakiyan tevahiya baregehên Ceyşê Şeibî li nav Silêmaniyê şewitandine.
Muhemmed Ferec Şawêys di jiyana pêşmergatiyê de sê caran birîndar bûye, sala 1982an li gundê Banî Binokî di dema êrîşbirin bo girtina sengerên Artêşa Iraqê li binarê çiyayê Surên fîşek bi wî ketiye û birîndar bûye, di tebaxa 1983an de li gel desteyek hevsengerên xwe li gundê Newêyê yê binarê çiyayê Surên ketine kemîna caşên rejîma Beis û fîşek bi ranê wî ketiye û careke din birîndar bûye, sala 1984an li nêzîkî gundê Berdebel li gel sê hevsengerên xwe piştî çalakiyeke partîzanî ku şewitandina çend zîlên serbazî yên Beis bûye, li şikefteke binarê çiyayê Surên xwe veşartine heta barûdox asayî bûye, lê topxaneyên rejîma Beis şikeft topbaran kirine û şikeft bi ser wan de hilweşiyaye, di encamê de Muhemmed Ferec Şawêys birîndar bûye û hevsengerekî wî bi navê Heme Seîd Jomerêsî şehîd bûne.
Sala 1985an pileya endamê Lîjneya Navçeyê ya Derbendîxanê ya Liqa Çarem wergirtiye, di 20ê çiriya pêşîn a 1986an de Muhemmed Ferec Şawêys û desteyek hevsengerên xwe bo çalakiyekê xwestine biçin deşta Şarezûr, lê li nêzîkî rebayên gundê Dere Suranî yê pişt gundê Ehmedawa ketine kemîna serbazên Artêşa Iraqê û Muhemmed Ferec Şawêys şehîd bûne û Enwerê Hacî Osman bi giranî birîndar bûye.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê




