Şehîd Muhemmed Ewla di sala 1942an de li gundê Sîqucanê yê ser bi nahyeya Dîbegeyê ya devera Kendênawayê ya qezaya Mexmûrê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, xêzandar bûye û xwediyê çar kur û çar keçan bûne, piştî Şehîdbûna Muhemmed Ewla xêzana wî ji aliyê rejîma wê demê ya Îraqê ve hatine destgîrkirin û hatine raguhastin bo bajarê Rumadî û li qezaya Hedîseyê nîştecih bûne, sala 1980an karîne vegerin Kurdistanê.

Sala 1968an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û di batalyona du ya Hêza Deşta Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bi fermandeyiya Erîf Osman bûye Pêşmerge. Beşdarî her du şerên gundê Şêweyê Gçke û Şêweyê Gewre kiriye û herwiha beşdarî di çalakiya gumrika bajarê Hewlêrê kiriye.

Di meha 4ê 1974an de Muhemmed Ewla û hevsengerên wî li şikefta gundê Beneslawê ya biçûk di sengerê berevaniyê de rûbirûyê êrîşa artêşa wê demê ya Îraqê bûne, piştî rûbirûbûneke demdirêj Muhemmed Ewla û Faxir Seydaweyî bi birîndarî dikevin destê serbazên wê demê yên Îraqê û hatine destgîrkirin, sereta hatine raguhastin bo bajarê Hewlêrê û maweyê sê mehan di zindanên Hewlêrê de zindanî bûne, paşê hatine raguhastin bo bajarê Mûsilê û piştî du mehan zindanîkirina wan li girtîgeha bajarê Mûsilê di dawiyên meha 7ê 1974an de cezayê sêdarekirina serbazî bo derçûye û hatine sêdare dan û Şehîd bûne.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.