Şehîd Muhemmed Emîn Ebdulla Zubêr Banî di 1ê tîrmeha 1959an de li bajarê Duhokê ji malbateke kurdperwer ji dayik bûye, xwendina xwe ya seretayî û navincî û paşê li amadehiya Birayetî dirêjî bi xwendina xwe daye, ji ber helwestên wî li Zanîngeha Mîsan Peymangeha Teknolojiyê beşa nexşedana endazyariyê hatiye wergirtin.
XebatnameŞehîd Muhemmed Emîn Ebdulla Zubêr Banî di sala 1976an de dibe endamê Partiya Dêmokrata Kurdistanê û tevlî rêzên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê dibe û dibe endamekî çalak di nav rêzên qutabiyan de û beşdariyê di çendîn xwenîşandanên dijî hikûmeta wê serdemê kiriye, di salên (1976-1981) çendîn kar û çalakiyan di nav cergê dijmin de encam dide.
Di dawiya sala 1981ê de hikûmeta Beis kemîneke bo Şehîd Muhemmed Emîn Ebdulla Zubêr datînin û dikeve destên wan de û zindan dikin li emna bajarê Duhokê, piştî çend rojan dişînin Mûsil û Tikrît û paşê zindana Ebû Xerîb dikin li wir sêdare didin û rûfatê wî jî radestî malbata wî nakin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





